Peyva ‘law’ di Kurdî de yek ji peyvên herî şîrîn û giranbuha ye.

Gava ji hev re dua dikirin, digotin:”Yezdan lawekî bide te!” BerevaJî jî gava nifir dikirin digotin:” Yezdan lawê te bistîne!.” Bi hêsanî dihate têgihiştin ku ev ji bo zarokên kurîn dihate gotin..
Lê çima law? Law û lawik ji ku hatibû? Li başûrê Kurdistanê ez pêrgî vê peyvê hatim. Gava delaliya tiştek bianîna zimên, digotin:”Ev çi law e!” Wê demê têgihiştim ku peyva “law” bi mebesta xweşikî û delaliyê dihate zimanî. Lawê min, xweşik û delalê min, şîrînê min!...
Wisa peyva “xwişk” jî di heman wateyê de tête bikaranîn. Xwişk wek “xweha, xweng” lê di rastiyê de ji xweşikê tê. Ji hezkirina xwehê û biratiyê hatiye himatê... Xweşika min!
Ji gava ku Şoreşa Rojava dest pê kiriye heta îro bi ketina her pakrewanekî re ev herdu peyv tên li ser hişê min vedinişin.
Law...lawên me, lawên Kurdistanê...xweşikên me, xweşikên welat... xwişkên me!...
Me yek ji wan jî biderda...
Lawekî din hilkişiya esmên û bû stêrk, stêrkeke din li stêrkên esmanê Kurdistanê zêde bû...
Şervan...lawê Salih Muslim...malbateke şoreşger, malbateke canfida...ma heta malbatên wiha hebin têkçûna Kurdan pêkan e? Li aliyê din sosretiya ku Kurd tê de ne. Ji roja lebata şoreşa Rojava heta îro hind kesên bêyom bi tevahiya hêza xwe ve dijberiya shoreşê dikin.
Li welat, li başûr li derve li Ewropa û li her derê ku hêza wan digihije.
Dijmin bi qasî wan ne chalak in...belkî di hişê dijminan de dibêtiya lihevhatinê hebe, lê yên van bêkesayetan de nîne.
Mirov, ji mirovantiya xwe şerm dike!
YPG rûmet û şerefa wan diparêze...
YPG xeyal û xwestekên wan ku cesaret nedikirin bilêv bikin, pêktîne...
YPG şoreşeke wisa lidardixe ku piraniya Kurdan û wisa jî stratejîstên navneteweyî jî metel dimînin...
Beriya şoreşê gava PYD’ê digot em hêzên xwe yên çekdar ava bikin, ew dikeniyan, digotin:” Ma li Kurdistana Surî jî şerê çekdarî dibe? Dijmin wê bi du tankan tevahiya Kurdan ji wir biqewitîne. Ne çiya heye, ne dehl û devî...
Xwişk û birayan ev mucîze afirandin, sîngên delal û nazik dane ber topan û tankan. Gava çend çeper û çend bajar ketin destên şoreshgeran ji nû ve hişyar bûn, xwestin li ser deskeftiyan rûnin, li gorî wan ên canê xwe didin nezan in, lê ew şareza û zîrek in. Gava xwesteka wan di gewriya wan de jî hate hiştin, har bûn, êrîş kirin, gotin: PYD zarokan çekdar dike, dişîne şer.” Di liberxwedana man û nemanê de pîvanên temenê nîne. Ew jî dizanin, haya wan jî ji dîroka liberxwedanên mirovahiyê heye, mebesta wan cuda ye. Mebest bêyomiya dîrokî ye, mebest rêlibergitina xaka azad û jiyana birûmet e...
Lê ev tedbîr hatine girtin, êdî rê nayê dayîn...
Baş dizanin ku eger ne ev berxwedan bûya, nîha li şûna kevokên xweşik ên Kurdistanê wê bûm û kundên kevneperest li her derê Rojava bûna, niha pergala paşverû ya ji navîndemê li ser serê Kurdan bûya.. Li dewsa ku tiliyên wan keç û xortên tetikêş maçî bikin, li şûna ku xwe li ber lingên wan lehengan bigerînin, dijberiya wan dikin.
şervan ne cangoriyê yekem û ne jî wê yê dawî be. Risteke sembolîk a girîng derxiste holê, yekem car e zarokê serokekî di qada şer de, li rêza herî pêş xwe feda dike. Gelê Kurd vê cudahiyê dibîne, dizane ku armanca vê malbatê ne tac û text e, ne misogerkirina dahatûya malbatî û eşîrî ye. Wisa jî di kesayetiya wî de tevahiya pakrewanên Kurd tên bibîranîn. Ne ji ber ku kurê Salih Muslim e wisa jî lawê Eyşe Efendî ye ku bi axaftin û helwesta xwe ya li ser şîrînê xwe rûmeta Kurdistanê bilind kir.
Di jiyanê de ji wê kêliyê dijwartir rewş  nehatiye afirandin...
Kesê ku li hember dîmeneke wisa nelerize, nîne...
Cudahiya di navbera kesên ji rêzê û lehengan de jî ev in..
Ew dikarin di hundirê xwe de bigirîn, ji bo dilê dijminan şad nebe...
Hêja Medenî Ferho tespîteke girîng dianî, digot:”Dîroka Kurd dîroka dilojaro ye. Lê Bizava Azadiyê ev rûpel chirandin, êdî ne tenê dayîkên Kurd wisa jî yên dijminan digîrîn û dilojaro dilorînin!”

YEKO ARDIL