Ew zarokên ku di bin dorpêça sînor, mayin û kemînên bêbext û êrîşên komên wek kûçikên, ku gergûnkê wan di destê dijminê bavûkalan de destanan dinivîsin. Xewsivikên ku ji wan re li dewsa nîniyan efsaneyên çiya ji wan re dihate lorandin li eniyên şer, nobedariya azadiyê de ji xwedevandên Mezopotamyayê heta Med û Mîtanî di xilmaşiyên xwe yên çeperê şer de bicîh dikirin. Mîna perperîkê ber bir rojê ve diçûn bi kelecanî mirin di keyasetiya xwe de dikuştin. Kevneşopiya şoreşgerên, “Di asta ku di oxirê de canê xwe bidin ji jiyanê hez dikirin”.   

Zarokên herî delal, herî leheng, herî dilsoz, herî zana govenda azadiyê digerînin. Her yek ji wan dikeve ser axa pîroz çiyayek bi ser me de dirûxe, stêrkek ji azmanê me yê geş di teyise.
Yek bi yek ketin dilê axa pîroz mîna tovê kulîlkên azadiyê da ku cemed, berf û zivistana reş biçirînin û bibin mîzgîniya Newroza Azadiyê.
Govenda ciwanên kelecan ên tiyên azadiyê bi hemû coşa xwe li dar e. Di encama êrîşên hov û rûreşên serdemê de her ku serkêşekî govendê dikeve, deh qiz û xort lê zêde dibin.
Di her teyisîna stêrkekê, di her ketina lehengên ciwan ên mîna ‘çiyayên ji emrê xwe têrnebûyî’ de rayek ji dilê me jî diqete. Bi hezaran hest, bi hezaran kar û berpirsiyarî , şer û şoreş, xebat û xizmet bi hev re tên meşandin. Ciwanên ku gihiştin têgihiştina di kêliyê de jiyîna dîrokê bê sekn û navber, bê westan, bê hedan dimeşin. Şer dikin, şoreşê pêk tînin, şehîd dikevin û dîroka Mezopotamyê ji nû ve dinivîsinin.
Herî dawî ji govenda serkêşên şoreşê Şervan kete himbêza axa pîroz. Ji kêliya bihîstina agahiyê ve hezar hest tevlî hev dijîm, kelegirî û xilmaş im. Beyî îradeya xwe gotinên Ahmed Arîf dinêwirînim:

De lêxin lawo…. lêxin
Ez bi hesanî nayêm kuştin
Di kuçikê min de, hin agirê venemirî
Û çend gotinên min hene
Ji kesen famar re
Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê
Û sê birayên xwe jî
Sê darên spehî,
Wek sê çiyayên ji emrê xwe têrnebuyi
Ji bircan ji giran ji minaran
Dema kiriv pismam kurên êşîran
Li hember guleyên Fransiz şer dikirin
Xalê min ya biçûk, nezif
Simbêlên wi nû derketibûn
Delal
Siwarekî baş
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakiriye ser piyan…

Hooo Şervano…!
Xwezî min tu nas kira û bûbane hevalê xewn û xeyalên te. Minê hêviyên xwe bi kenê te yê delal av bida. Xwezî li pêşiya guleya bêbext a li bedena narîn ket ez bûbame sîper, bûbame kevir… Ji bo lingên te yê nazik ne êşin ezê bûba me ax a binê pêlava te…
Gelo peyva te ya dawî çi bû, xeyala te ya dawî, xewna te ya dawî, henek û strana te ya dawî çi bû? Gotinên kîjan helbestê, newayên kîjan stranê, dem û kêliya kîjan dîrokê hate hişê te. Herî dawî te kîjan heval himbêz kir, te kîjan lorîka dayika xwe bihîst…
Dema tu ketî ser axa ku cara yekem mirovahiyê tov avête ser, maden û huner li ser afirand, şar û şaristanî avakirin bayekî çawa digubilî û dikirê fîzên û fîqên?… Kîjan xwedawenda kîjan şehîdî tu pêşwazî kirî, li ser textê kîjan şahinşahî  bêhn veda, li ber peykerê kîjan xwedawenda Mezotamya tu ketî xwewa şêrîn…
Gelo di wê kêliya tu ketî de  zarokên Amûdê bi kêf û henek ji sînemeyê vedigeriyan mal, Seydayê Cigerxwîn li kîjan civatê kîjan helbest dixwend, Nûrî Dêrsimî li kîjan lutkeya çiyayê Dêrsimê digeriye, li quntara Çiyayê Bagokê kêla kîjan şehîdî dihate xemilandin, Apê Osman Sebrî bîranînên kîjan serhildanê vedigotin?

Hooo Şervano…!
Hela binêr… Şivanekî bi evîna bêrîvanê di şewitê guveguvê ji bilûra xwe tîne… û Celadet Bedirxan li ber serê te rûniştiya dîsa qala mêrxasiya mirovên welatê me dike û dibêje, “Bilûra min/ bila zarîna dengê me/ bikeve nav kortal û geliyan/ û bêcaniya erdên jêrîn/ bihejîne; û nalîna me bigehîne/ deşta Sirûç û Diyarbekrê;/ û beriya mêrxasên Berazan;” û wiha pêde diçe:
...
Di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.
Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu î.
Xemrevîna terkeserên dinyayê;
û li rohelatî
dema ko dinya hişyar dibe
ji xew radibe
ji me re
strana azadî û serbestiya
Kurdistanê
binehwirîne,


AZÎZ OGUR

abdulazizogur@hotmail.com