Li bajarê Awûstûrya Lînzê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, gerîlayên HPG'ê Serhat Kizilay bi nasnav Canfeda Serhad û Yildirim Bat bi nasnav Delîl Dilovan, Cezmî Bûdak ên di 11'ê Nîsanê de j ber provokasyona artêşa Tirk a li Tendurekê jiyana xwe ji dest dan, şervana YPJ'ê Merhem Mihemed bi nasnav Agirî Yilmaz a li başûrê Kobanê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.
Li bajarê Almanya Hambûrgê jî wezîfedarê Asayîşê Reşan El Ahmed ê jiyana xwe ji dest da li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de tevî birayê El Ahmed Lezgîn El Ahmed bi qasî du sed Kurdistanî amade bûn.Li bajarê Swîsre Bernê jî bi çalakiyekê 'Şehîdên Meha Gulanê' hatin bîranîn. Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê de tevî MLKP, PYD û SYKP'î gelek Kurdistanî amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê destpêkê lis er navê Komîteya Malbatên Şehîdan Halîm Dayan li ser wate û girîngiya rojê peyivî û diyar kir ku bi saya nirxên 'Şehîdên Meha Gulanê' afirandine ew gihande van rojan.
NAVENDA NÛÇEYAN