Rêveberen Partiya Komunîst a Firansayê Sylvie Jan û Michel Laurent, endamê meclisa BDP'ê Salih Baykal, Rêveberên BDP'e yên Bazarcix û Elbistana Gurgume di bernameya bîraninê de amade bûn. Koma ku gunde Xançiplakê kom bûn heta gora Fîdan Dogan meşiyan. Komê wêneyên Fidan Dogan bilind kirin û siloganên "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Komê piştî li ser gorê qurnefil danîn dua kirin. Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan, helbesta ku ji zarokên xwe re nivîsandibû xwend. Endamê Meclisa BDP'ê Salih Baykal jî anî ziman ku li Parisê bi hovane ev qetil pêk hat û li gel bi mehan dem di serre derbas bûye hêj kujer nehatine dîtin û darizandin. Baykal, diyar kir ku heta bûyer ronî bibe û bersûc bêm darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Baykal, di şexsê Fidan Dogan de soz da hemû kesen di têkoşina azadi û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ku doza wan bilind bikin. Kom pişti axaftinê ji ser gorê belav bûn. 

DÎHA/GURGUM