Gerîlayên PKK’ê yên bi navê Îdrîs Efe (Azad), Muzaffer Tutal (Diyar Amed) û Alî Kirboga (Mele Îsmaîl) yên ku nasnameyên wan beriya çend rojan hatibûn aşkerakirin, ji bo wan li Amedê malên sersaxiyê hatibûn vekirin û malên sersaxiyê ji hêla gel ve bi girseyî tên ziyaretkirin. Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya BDP’a Amedê hatin gel hev, heta Mala Sersaxiyê ya Liceyiyan meşiyan. Welatiyên bi dirûşmên “Şehîd namirin” xwe gihandin ber mala sersaxiyê, ji hêla xizmên PKK’iyên ku jiyana xwe ji dest da ve bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Di serdana sersaxiyê de hevserokê BDP’a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz axivî û diyar kir ku gelê kurd bi salan hat înkarkirin û îro heke gelê kurd hatibe vê merhelê, bi saya têkoşîna gerîlayên PKK’ê ye û wiha got: “Bi saya têkoşîna şehîdên me tu kes nikare li hemeberî têkoşîna gelê kurd bibe asteng. Xwedî derketina têkoşîna wan, tenê bi azadkirina Rêber Apo pêkan e. Tenê xeyala şehîdên me ev e. Emê jî bi pêkanîna vê xeyala wan, girêdana xwe ya bi wan re nîşan bidin.” Li navçeya Bilmila Amedê jî li Mala Sersaxiyê ya li Mizgefta Hz Alî ji bo 5 gerîlayên PKK’ê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de gelek rêveberên BDP, MEYA-DER û rêveberên saziyên sivîl amade bûn. Li salona mewlûd lê hat dayîn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên 5 gerîlayên PKK’ê hatin daliqandin. Pêşî mewlud hate dayîn paşî derbarê tekoşîna cangoriyên Kurdistanê de axaftin hatin kirin.
DÎHA/AMED