Di bîranînê de Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê Cemal Okçuoglu axifî. Okçuoglu got di Rojhilata Navîn de li ser gelê Kurd gelek komkujî û karesat ê mezin hatine kirin. Okçuoglu, bal kişand ser her dû komkujiya û wiha got; “ Çawa di 16 ê Adar a 1988’an ji aliyê pergala Baas a Îraqê bi destê Seddam li Başûrê Kuristanê 5 hezar Kurd bi çekên kîmyeyvî hatin qetilkirin, bi heman pergalê di 12’ê Adar a 2004’an de li Qamisloyê bi kuştina 40 Kurdan komkujiyek ji aliyê rejîma Esed ve pêk hat.
Piştî Okçuoglu li ser navê girseyê Arif Engizek jî axivî. Engizek di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya Adarê di tekoşîna tevgera gelê Kurde û wiha got; “Zihniyeta ku doh li Helebçe û Qamişloyê bi navê Baasê komkujî kirin, ne gelekî ji ya dewleta Tirk cûda ye, 20 sal berê di heman wextîde li Gaziya Stenbolê Elewiyên Kurd hatin qetilkirin û kujerên vê komkujiyê hêjî nehatine cezakirin û her wiha hêj ev komkujî nehatiye zelalkirin.” Engizek banga xurtkirina têkoşîna li Kurdê Ewropa dijîn hate kirin.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART