Destêkê de ji aliyê Dr. Tosin Reşîd ve zimanzanê Kud Qenatê Kurdo hat nasandin. Dr. Reşîd li ser Kurdo wiha got. “Qenatê Kurdo yek ji mezintirîn rewşenbîrê Kud e. Kurdo sengereke ji bo parastina dîrok û çanda Kudî bu”. Reşîd, diyar kir, Kurdo yek ji wan Kudan bu ku gelek ji çanda xwe hesdikir. Herwiha piştî axaftinên Reşîd Dr. Îbrahîm Mehmud jî nêrînên xwe yên li ser Qenatê Kurdo anî ziman. Mehmud ji weke Dr. Tosin Reşîd behsa jiyan û serpêhatiya zimanzanê Kud Qenatê Kurdo kir, piştî axaftinvanan semîner bi dawî bu.

Qenatê Kurdo: Zimanzan, nivîskar û akademiyê Kud Qenatê Kurdo di sala 1909 li Bakurê Kudistanê gundê Sûsizê/Qersê ji dayik bûye. Kurdo di sala 1918 de berê xwe dide Tiflîs. Li Tiflîsê Kurdo diçe dibistana zimanê Kudî. Sala 1928 diçe Lênîngradê (îro Sankt Petersburg) û li ûnîversîtê li ser Ziman, Dîrok û Wêjeyê dixwîne. Ew di sala 1941 promotion'a (Doktortî) xwe bi dest dixîne. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn li fakulteya lêkolînên rojhilat dest bi hînkirina zimanê Kudî û Kurdologiyê (Zanistiyên li ser gelê Kud) dike. Sala 1960 Qenatê Kurdo bû serokê perçeyê Kurdologiyê li fakulteyê. Nivîskar û zimanzan Kurdo di 31 mijdara sala 1985 li Lênîngradê koça xweyî dawîn kir.

DÎHA/HEWLÊR