Osman Sebrî, sala 1905’an li gundê bi navê Narînceyê li semsûrê hatiye dinê. Ew lawê serokê êla Mirdêsan e. Ji ber ku di zaroktiya wî de bavê wî miriye, li ber destê apên xwe mezin bûye. Ji ber destekkirina serîhildana Şêx Seîd, apên wî hatine bidarvekirin û ew jî hatiye sirgûnkirin. Di vegera ji sirgûnê de, axayekî ku bêbextî bi wan re kiriye dikuje û derbasî binxetê dibe. Osman Sebrî li wê derê tevlî Xoybûnê dibe û di bin banê Xoybûnê de siyasetê dike. 

Osman Sebrî bi nivîsên xwe yên bi Kurdî, di qada çandî û wêjeyî de jî têkoşiyaye. Berhema wî ya bi navê “Hatıralarım” bûyer û kesayetiyên di dema xwe de pêş me dike.

Di berhema bi navê “Hatıralarım” de, ji Dadgehên Îstîklalê bigire heta bûyera Cemîlê Çeto, Seyîd Riza, Serîhildana Şêx Seîd, Partiya Xoybûnê, Serîhildana Agiriyê, Cemilpaşayan, Haco Axa, Hecî Bedir Beg, behsa gelek bûyer û kesayetiyên girîng kiriye û bi awayekî bêalî şîrove kiriye.  


 AMED