METÎN YOKSU / MA/ÊLIH
Heke dest ji projeya Bendava Ilisûyê neyê berdan dê navçeya Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salî noqî avê bibe. Seranserî geliyê Dîcleyê ku heta gundên girêdayî navenda Êlihê dirêj dibe dê di bin avê de bimîne. Bi sedan şûnwarên dîrokî û gund di bin avê de dimînin. Yek ji van gundan jî gundê Bêdiyan a bi ser navenda Êlihê ve ye. Ev gund bi xweşikiya xwe ya xwezayê û dîroka xwe tê nasîn. Wê ev gund jî di bin avê de bimîne û her wiha dê mêrg, erazî û baxçeyên gundiyan noqî avê bibe.
Xelkê gundê Bêdiyan ji ber dê xwezaya xweşik û dîroka gundê wan di bin avê de bimîne aciz in.
Bendewariyek me ji dewletê nîne
Ji şêniyên gund Adnan Taner dibêje gundê wan tevde 35 mal in û wiha dipeyive: “Wê gelek malên me di bin avê de bimînin. A rast, em dîroka gundê xwe baş nizanin. Gundê me yek ji wan gundan e ku li van deran pir tê naskirin. Em naxwazin gundê me di bin avê de bimîne. Mezinên me ji bo ev der gundeke avî ye û şikeftên wê hene li vir bicih bûne. Me ji van deran diqewirînin. Me mexdûr dikin. Dewlet îro axa me ya herî bi qîmet û bi xêrûber di bin avê de dihêle. Wê gorên hemû bapîr û dapîrên me di bin avê de bimînin. Em ê neçarin wan li vir bihêlin û ji vir biçin. Bendewariyek me ji dewletê nîne, tenê em tişta ku mafê me ye dixwazin.”
Em naxwazin warê xwe biterikînin
Ji şêniyên gund Îsmîla Taner jî ji dewleta Tirk gazinca “We me bêmal û bêmilk bihêlin” dike û wiha diaxive:”Pispor dibêjin ku dîroka gundê me bi qasî dîroka Heskîfê kevnar e. Bi hemû xweşikî û dîroka xwe ya kevnare re bîranînên me di bin avê de dihêlin. Em naxwazin warê xwe biterikînin. Em hemû xizmên hev in û dixwazin li vir bijîn. Em dixwazin proje bê betalkirin. Heke hûn axa vê herêmê di bin avê de bihêlin dê hin bêtir aborî têk biçe. Em naxwazin li ser axa xwe koçber bibin.”
Avê bi avê dikujin
Aynur Taner a ji zarokatiya xwe ve bêrîvaniyê dike jî, wiha dipeyive: “Wê vê ava me ya bi bereket jî di bin ava bendavê de bimîne. Avê bi avê dikujin. Dewlemendî û xêrûbera vê herêmê Dîcle ye. Dîcleya me jêderka jiyanê ya Mezopotamyayê ye. Heke Dîcle tune be cihek wek Mezopotamyayê jî dê tune bûya. Bendav me dikuje.”