ALÎ OZŞERÎK / ZURICH
Endamê HDP´ê Mihemed Ebdulkerim Muhsin Altıntaş ê ku beriya bi mehekê li Başûrê Kurdistanê hat destgîrkirin, nayê berdan. Xwişka wî Nerîman Altintaş banga berdana birayê xwe kir û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Altintaş demeke dirêj di hepsên dewleta Tirk de ragirtî ma, û ji ber dozên nû lê hatî vekirin, ew li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. Asayîşa Dihokê 26´ê Mijdarê Altintaş destgîr kir. Endamê nûneriya HDP´a Başûrê Kurdistanê Mihemed Ebdulkerim Muhsin Altıntaş, gava ku malbata wî ya hatî serdana wî, bi rê dikir hatibû destgîrkirin.
Xwişka wî Nerîman Altintaş a li Swîsreyê dimîne, xwest birayê wê yê ku ev mehek e destgîrkirî ye, bê berdan: “Birayê min Mehmet Altintaş bi salan di hepsê de ma, paşê ji bo ku ji ber dozên nû dîsa nekeve hepsê, li Başûrê Kurdistanê bi cih bû. Ev bi salan e ku li wir dimîne.
Piştî bi salan, dê û bavê min çûn serdana wî. Gava ku dê û bavê min bi rê dikirin, li Dihokê PDK´yiyan ew destgîr kir. Ev qederê mehekê ye ku ti hincetê jî nîşan nakin û ew ragirtî ye.
Û ti agahiyê jî nadin.”
Altintaş got, “Weke Kurdekê nikarim xwe lê ragirim ku mirovekî Kurd ê pena xwe gihandiye vî parçeyê Kurdistanê, PDK miameleyên mîna yên Tirkiyeyê bi wî re bike. Bangê li derdorên navneteweyî û raya giştî ya Kurd dikim ku tiştekî bikin.”