“Kîlok tirî, nanekî tomarî”... Ev biwêj di zaroktiya min de di nav qise û heneka me zarokan de, cihekî gelek girîng digirt. Li zozanan, li deşt û mêrgên gund, li çiya û em bejin li her derê, birçîtiyê jixwe bi awayekî normal di nav jiyanê me de ciheke muhîm girtîbû. Ji ber vê jî henekên ku me li ser birçîtî berhev kirîbûn gihaştibûn asteke wêjeyî...
Dema ku em birçî diman, li ser vê mijarê peyv û qiseyên ewqas xweşik dihat bi deve me ve dizeliqiyan ku, henek û kenê me ewqas dewlemend dibû ku kesek ji derve li me binêra, wê bigota ev zarok her yek bi serê xwe afirînerek e. Ji ber ku em her yek bûbûn hilberinerê peyvan.
Ew birçîtî, tu car ji jiyana min dûr neket, dev ji min berneda, tu car wenda nebû. Min tu carah stuyê xwe ji birçîtiyê xilas nekir; lê ji zaroktiya min bigirin heya temenê min ê îro, her ku ez birçî mam, birçîtî bi xwe wateyeke xurt li xwe pêça, naverokeke polîtîk li xwe bar kir, hêsteke kûr û mezin hilda li ser mile xwe... Her ku ez birçî mam, min fêhm kir ku ew birçîtî ku di zaroktiya min de bi min bû, ew ne birçîtî bû, tene zikê min vala bû, min fêhm kir ku valabûna zik tiştekî din, birçîtî tiştekî din e. Birçîtî, wek Jean Paul Sartre jî gotî; “di heman deme de şoreşê mêjî ye”. Heke mirov li ser birçîtiyê xwe kurr bifikire, gerek fehm bike ku ew birçîtî bi civakê ve jî girêdayî ye.
Ez kêngî ji ber birçîtiyê bêzar dibûm, hema du kes ku her du jî wêjegêr û ramangêr in, dihatin bîra min. Ji wan yek Sartre, ya din jî Knut Hamsun bû. Lê cudatiyên van du kesan  gelek gelek mezin in. Ji ber ku Knut Hamsun li dinyayê em bejin romanêkî bi wêje ya herî mezin li ser birçîtiyê nivîsî ye, lê li aliye mijoyê ve ne ewqasî têgihiştî ye. Sartre jî tene li pirtukekê xwe ya ceribandinê ve kurtenivîsek bi navê “birçîtî” lê zede kiriye. Lê di aliye zanyariyê de fikr û ramaneke gelek xurt daniye. Gava min Hamsun dixwend min digot ew yek çiqas dişibe jiyana min. Lê gava min Sartre xwend, mijiyê min xwe şuxuland û birçîbûn di mijoyê min de gihaşt wateyeke fireh û civakî. Ev têgihîştina min, bi deng û wêneyên Abdullah Ocalan ve jî hate perçinandin. Wê deme birçîtî, bi hevokên Ocalan ve naveroka xwe girt, fireh kir û bi ser xwe rewşeke şoreşgeriyê afirand.
Ji ber vê îro birçîtî, bi îrade yê Kurdan buye helwest û tevgereke mirovahiyê. Îro Kurd, ji girtîgehan bigirin heya kolanan, sazî û xaniyên Kurdan; ji avahi û qadên Kurdistan û Tirkiyeyê bigirin heya Ewropa û li her derê dinyayê di nav çalakiyên birçîbunê de ne. Lê ev birçîtî bi “kîlok tirî û nanekî tomerî” ve wenda nabe. Ji ber ku ev birçîtî, ji ber birçîtiyê dadê, ji ber birçîtiyê mafê mirovan, ji ber birçîtiyê civak û însanetiyê hatine damezirandin. Ev birçîtî ji bo xelaskirina zilm û zordariyê ye, ji bo paqijkirina genitiya rejima Tirk e.
Hin caran birçîtî, ji zikê nayê, ji mijo û wijdanan pêk tê. Wê demê jî gelên ku xwedî raman û birdoziya însanetiyê ne, bi birçîhîştina laşe xwe, dil û wijdanê xwe têr dikin. Gerek ev çalakiyên birçîbunê yên rojane, wisa bêne fêhmkirin.