Enfal birîneke ku gotin bi kêra vegotina wê nayên, ew bi bêdengiyê dikare bê bibîranîn. Li seranserê Başûrê Kurdistanê doh Enfal bi merasîman hat bibîranîn û peyama sereke jî ew e ku dawî li êş û komkujiyan bê.

Şehîdên Enfalê bi çalakiyan hatin bibîranîn. Daxwaza xizmên enfalkiriyan û xelkê herême ew e ku êdî ev êş li Kurdistanê bi dawî bibin.

Li Helebce, Germiyan,Silêmamî û Kerkûkê bi merasîman kesên ku di qirrkirina Enfalê de ji aliyê rejîma Baesê ya Sedam Hisên ve hatine qetilkirin, hatin bibîranîn. Daxwaza sereke ya xizmên enfalkiriyan û xelkê herêmê ew e ku êdî ev êş li Kurdistanê bi dawî bibin.

Li gundê Topizawa yê Kerkûkê, bi beşdariya kesûkarên enfalkiriyan û nûnerên partiyên siyasî, qurbaniyên enfalê hatin bibîranîn. Merasîma bibîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Piştre, Hişyar Ebdulrehma, peyama partiyên siyasî xwend. Di peyamê de hat gotin, heta niha birînên enfala ji beriya 31 salan ve, nekewiyane û nakewinn jî.

Sûc li dijî gelê Kurd hate kirin

Li Germiyanê, li gundê Dêbne jî ji bo qurbaniyên Enfalê merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Partiyên siyasî di merasîmê de axivîn. Nûnerê serokwezîrê Iraqê got, komkujiya Şengalê jî sucek bû li dijî gelê Kurd hate kirin.

Li Silêmaniyê jî xwendekarên zanîngehê qurbaniyên Enfalê bi bîr anîn. Çalakî li Hola Zanîngeha Silêmaniyê ji aliyê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ve hate organîzekirin. Xwendekar û mamosteyên zanîngehê beşdarî merasîma bibîranîna qurbaniyên Enfalê bûn. Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre li ser girîngiya bibîranîna Enfalê axaftin hatin kirin.

Qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn

Di çalakiya bibîranînê de kurtefilma “Yek ji 182 hezar” hate nîşandan. Li Muzexaneya Şehîdên Çemçemal a li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn. Piştî merasîmê, girse çû serdana goristanên qurbaniyan. Dayîk û jinên ku reş girêdane, li ser goristanê hestiyar bûn ku hîna jî êşa wan mîna roja yekê nû û nekewiyayî ye.

Gundê me wêran kirin

Dayîka bi navê Sebîha ku yek ji jinên ji Enfala Germiyanê rizgar bûyî ye jî li ser Enfalê peyivî.

Şahida Komkujiyê, Sabîhe ji gundê Eliyanî yê bajarokê Zinane ye. Sabîhe ya ku gelek  tişt bi çavê xwe dîtine, wiha qala wan rojan dike: “Gundê me hemû hate wêrankirin. Hevserê min jiyana xwe ji dest da. 5 zarokên min ji aliyê rejîma Baesê ve hatin girtin û ew birin zindana Dibis a ser bi Kerkûkê. Di zindanê de kurekî min şehîd bû. Ez jî bi qasî 6 mehan di bin êşkenceya giran a eskerên Rejîma Baesê de man. Piştî êşkenceya giran, hatim berdan.

Min ji bo jiyanê li ber xwe da

Sebîhe di dewamê de dibêje: “Weke jinekê di wê qonaxa giran û zehmet de tevî zarokên xwe yên mayî, min ji bo jiyanê li ber xwe da. Piştî ku em hatin berdan û vegeriyan Rizgarî, tiştekî me nebû. Gelek malbatên xêrxwaz bi me re dibûn alîkar û xwarin dan zarokên min. Heta min dest bi kar kir, jiyana min û zarokên min pirr zehmet bû. Zarokên min di nava mercên zehmet de mezin bûn.”

   

ROJNEWS/SILÊMANÎ