
Kurdistan pêr bi erdheja bi şida 7.3 ku nexasim jî wilayetên Kirimanşan, Helebce û Silêmanî hejandin û kirin mexdûr, birîndar bû. Gelek aliyan daxuyaniyên alîkariyê dan û nûçeyên van jî hatin belavkirin. Lê saziya çapemeniya PDK´ê û nexasim jî baskê PDK´ê yê ser bi Nêçîrvan Barzanî ve ango Rûdaw, weke ajansa nermkirina dîktator Erdogan û Dewleta Tirk a dagirker, rabû rûnişt.
Demeke dirêj li ser malpera wê ya beşa Kurmancî nûçeya lezgîn û paşê jî ya sereke ew bû ku Tirkiyeyê bi balefireke eskerî alîkarî şandiye ji Başûrê Kurdistanê re. Piştî ku ev nûçe kevin bû bi manşeta "Nêçîrvan Barzanî: Di kêliya destpêkê de Tirkiyê destê alîkariyê dirêj kir" operasyona xwe ya nermkirina Tirkiye ya ku hem dagirkerê Kurdistanê ye û hem jî serkêşê dijminatiya gelê Kurd e li dinyayê, dewam kir.
Li aliyekî bikaranîna vê felaketa mezin a li Kurdistanê ji bo hesabên siyasî yên piçûk û îsbata bêxêretiyê, li aliyê din jî êşeke mezin û pêdiviya bi yekîtî û hevgirtina neteweyî û insanî bi hev re hene. Heta niha daxuyaniyên ji aliyên siyasî, civakî ên Kurdistanê nîşan didin ku aliyê duyem wê bi bêxîretiya aliyê yekem karibe.
NAVENDA NÛÇEYAN