Di vê şerê berxwedanê de şervanên Kurd gelek kehremanî û çelengî nîşan didin. Şervanê bi navê Baran Yilmaz di sala 2012'an de tevlî refên YPG bûye û ji roja yekemîn a berxwedana Kobanê ve li eniyên şer li dijî çeteyan şer dike. Yilmaz diyarkir ku di berxwedana 23 rojan a Kobanê de du caran birîndar bûye. Birîna yekem ji lingê xwe û birîna duyem jî ji destê xwe birîndar bûye.
Baran di berdewama axaftina xwe de bibîrxist ku wî berê xwe da qada şer ji ber ku ew nikare li hevalên xwe yên şer dikin temaşe bike. Baran Yelmaz piştî ji destê xwe birîndar bû, destê xwe girêda û careke din berê xwe da eniyên şer. Yilmaz di axaftina xwe de got: "Komên çete yên DAIŞ'ê ji bo ku komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk bînin, êrîşî herêma Kobanê dikin û ez ji bo sekinandina van êrîşan bi hevalên xwe re li eniyên şer berxwedanê dikim." Yilmaz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şervanên YPG û YPJ'ê hêza xwe ji têkoşerên ku canê xwe ji bo parastina Rojava feda kirine, digirin.
Yilmaz da zanîn ku ev vîna xurt û ev berxwedana bêhempa sedema serkeftina YPG û YPJ'ê ye û sedema şkandina êrîşên komên çete ye.
KOBANÊ