Malbatên ku her tiştên xwe li dû xwe hiştin, li wargeha ji konan hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Yên ku herî zêde travmaya şer hîs dikin zarok in. Zarokên ku haya wan ji travmaya dijîn tuneye, karên di destê xwe de mîna çekekê bi kar tînin û lîstikên li ser çeteyên DAIŞ'ê û komên YPG/YPJ'ê dilîzin. Ciwanên ku vê travmaya zarokan dibînin, ji bo zarokan ji vê atmosferê rizgar bikin, tên cem hev û skêçan lidar dixin.

Ji bo xwe xerîb hîs nekin

Sûar Mehmed da xuyakirin ku ji bo zarok aciz nebin, xwe bi tenê nebînin ew bi lîstikan hewl didin kêfa zarokan bînin û dixwazin zarokan ji vê travmaya şer rizgar bikin. Elî Îsa jî anî ziman ku ew naxwazin zarokên wan xwe li xerîbiyê bibînin û destnîşan kir ku ew ne li xerîbiyê li cem xwişk û birayên xwe ne. Îsa ev tişt anî ziman: "Zarokên me gelek in û divê bi tebîetên nebaş nekevin. Em dixwazin ew çand û zimanê xwe hîn bibe. Dema em hewl didin zarokên xwe ji psîkolojiya şer rizgar bikin, em naxwazin ku berxwedana gelê Kurd û zilma li wan hatiye kirin ji bîr bikin. Lewma em di lîstikên xwe de vê vedibêjin."

DIHA/RIHA




Çalakiya ji bo Kobanê û Şengalê

Di salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de bi dehan çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Îsal ji bo kirîza aborî ya li Herêma Federal a Kurdistanê, ev çalakî bi şêwazên cuda hatin lidarxistin. Ligel çalakiyan peyamên ji bo azadiya Kobanê û Şengalê hatin dayîn. Komek ji xwendekarên peymangehê yê ji beşa hunerê ciwanan bi alîkariya polîsên trafîka Silêmaniyê karwanek bisiklêtan organîze kirin. Çalakiya xwendekaran ji ber avahiya peymangehê dest pê kir, li ser rêya Salîm derbasbûn heya deriyê Sera hatin. Piştre ji ber çayxaneya çandê bi rê ketin. Xwendekaran pişt re derbasî çiyayê Giwêje bûn û ji wir ji bi paraşûtan firiyan. Her wiha li ser paraşûtan wêneyê hunermendê wêjevaniyê û peyamên bi piştevaniya Kobanê û Şengalê hatibûn nexişandin.

DIHA/SILÊMANÎ