MAXÎME AZADÎ
ANF/BRUKSEL
Ev dadgehkirin, ji bo mehkûmkirina Tirkiyeyê ji aliyê wijdanî ve dikare li saziyên navneteweyî, li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê bê bikaranîn. Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dest biavêje mijarê.Dadgerê Dadgeha Gelan a Daîmî, Philippe Texier ku dewleta Tirk ji ber ‘sûcê şer’ û ‘sûcê dewletê’ mehkûm kir, anî ziman ku ev biryar çekeke exlaqî ye li dijî Tirkiyeyê. Texier ku heyeta dadgehkirina Tirkiyeyê ya 15 * 16´ê Adara bihurî de serokê heyeta dadgehê bû.
Dadgeh 15-16’ê Adarê li paytexta Fransa Parîsê pêk hatibû û dewleta Tirk ji ber sûcên dema nêz ên li dijî gelê Kurd, mehkeme kiribû. Encama vê dadgehkirinê jî 24’ê Gulanê roja Pêncşemê li Parlamena Ewrûpayê bi konferansekê hate eşkerekirin. Biryar ji aliyê heyeteke ji heft dadgeran ve hate eşkerekirin ku serokê vê heyetê Philippe Texier e. Texier destnîşan kir ku wan dewleta Tirk bi kirina sûcê şer û sûcê dewletê mehkûm kiriye. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Fermandarê Artêşa Duyemîn ê wê demê, General Adem Hûdûtî weke berpirsyarên sereke yên vî sûcî nîşan dan.
Sûcên şer û sûcên dewletê hatine kirin
Dadger û parêzvanê mafên mirovan Philippe Texier encamên gengaz ên biryarê nirxandin û diyar kir ku piştî guhdarîkirina li şahidan û lêkolînkirina belgeyan, ew gihîştin vê encamê: “Biryara me zelal e. Sûcê şer û sûcê dewletê hatine kirin. Erdogan ji vê yekê berpirsyar e. Ev yek gelekî zelal e.”
Texier bi bîr xist ku vê gavê mekanîzmayeke navneteweyî ya ku karibe Tirkiyeyê mehkeme bike nîne û got, “Dadgeha Gelan a Daîmî dadgeheke ramanî ye ku hêza xwe ya bicihanînê nîne. Dadgeheke exlaqî ye.”
Texier destnîşan kir ku biryara wan, biryareke wijdanî ye û bi dewamî got, “Ev dadgehkirin, ji bo mehkûmkirina Tirkiyeyê ji aliyê wijdanî ve dikare li saziyên navneteweyî, li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê bê bikaranîn. Ew xwedî hêzeke polîsan nîne ku karibe li dijî dewletekê bixe nava liv û tevgerê. Lê belê dikarim vê yekê bibêjim; çekek exlaqî ye ku ji aliyê aktîvîstan ve, ji aliyê gelê Kurd ve û ji aliyê her kesî be ku dixwaze vê têkoşînê bidomîne, dikare bê bikaranîn.”
Konseya Ewlekariyê dikare
Texier îşaret pê kir ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî yên derbarê dadgehên ceza yên navneteweyî de qebûl nekirine û wiha dewam kir: “Dibe ku piştre biçe ber destê dadgeheke navneteweyî. Pirsgirêk ev e; Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ne sûcên û miracaetên komî, lê yên şexsî qebûl dike. Di nava Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de jî Tirkiye nîne.
Divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dest biavêje mijarê. Tirkiye ji ber ku Statuya Romayê, statuya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî qebûl nekiriye, normal nikare bê dadgehkirin. Rewşeke bi vî rengî bi tenê bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikare pêk were.”
Dadgeha Gelan a Daîmî Dadgeha Gelan a Daîmî ku dadgeheke wijdanî ye, yekemcar 24’ê Hezîrana 1979’an li Bolognayê ava bû. Weke model, dadgeha Russel ji xwe re esas digire, ku ew dadgeh ji aliyê Bertrand Russel û Jean-Paul Sartre ve ji bo darizandina sûcên Emerîkayê yên li Vîetnamê hate avakirin. Dadgeha Gelan rewabûna xwe jî disipêre deklarasyona li ser mafên gelan ku ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatine qebûlkirin.