Nerazîbûnên li dijî binçavkirina rojanemevan Zûbêr Biradostî û Biryar Mihemed zêde dibin. Nûçegihanên Rojnewsê Zûbêr Biradostî 21’ê Tîrmehê û Biryar Mihemed 21´ê tebaxê hat binçavkirin. Lê du nûçegihanên Rojnews’ê li Hewlêr û devera Balekayetî bêyî haya Sendîkaya Rojnamevanan hatine binçavkirin û heya niha jî nehatine berdan. Li ser binçavkirina herdu rojnamevanan Parêzer Erdelan Şêx Fatih axivî û got; “Li gorî madeya 8 ya destûra rojnamevanî ya jimare 35 ya sala 2007’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, nabe rojnamevan bêyî haya Sendîkaya Rojnamevanan werin binçavkirin û der barê wan de lêpirsîn were kirin. Ger tiştek wisan çêbe dikeve çarçoveya karek ne qanûnî.”
Nabe di bin çavan de bimînin
Erdelan Şêx Fatih di dewiya axaftina xwe de da zanîn ku li gorî biryara dadwer kesek ji 15 rojan ta mehekê dikare di bin çavande were hiştin, ji bo der barê wî de lêkolîn were kirin û got; “Li gorî hinek tawanan jî ta şeş mehan kes dikarin di bin çavan de bihêlin. Lê tawanê rojnamevanan ku bi tawanê belavkarî tê bi navkirin, tawaneke sivik e, û nabe demeke dirêj di bin çavan de werin girtin, divê bi kefaletê werin azadkirin.”
SILÊMANÎ