Dadgeha Hewlêrê ya der barê bûyera li restorasta Hoqqabaz a Hewlêrê de cezayê darvekirinê da 2 welatparêzan û sedema nerazîbûna welatiyane. Malbatên şehîdan yên li Başûrê Kurdistanê biryar şermezar kirin û dan zanîn ku biryar di heman demê de li dijî Kurdan hemûyane. Herwiha diyarkirin ku biryara dadgehê xizmeta dijmin dike.
Dayîka şehîd Diyar Xerîb, Seede Nasir got, “Osman Kose sûcdarê sereke ye. Biryara dadgehê tenê xizmeta Tirkiyeyê dike.
Çawa dibe ku Herêma Kurdistanê xwedî helwestek bi vî awayî be. Di rastiyê de herêmek ku agahiya wê ji gel û zarokên wan nebe, jêre nayê gotin hêrêm. Pêwîste dawî li xiyanetê were, rojek were deriyê zindanan bişkînin û hemû kesên azadîxwaz rizgar bikin. Divê kongreya netewî were lidarxistin.”
Şehîd Nahîde (Ruken) di komkujiya Hewlêr ya 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê şehîd bû. Bavê Şehîd Nahîde, Heme Salih Rehîm jî li ser vê mijarê got; “Cezayê darvekirinê dane hemû Kurdan. Tiştek nemaye êdî Hikumeta Herêma Kurdistanê li vî xelkî bike.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye, 17’ê Tîrmeha 2019’an li restoranta Hoqqabaz a li bajarê Hewlêrê berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hatibû kuştin. Piştî wê çend kesek bi tometa destê wan di kuştina Osman Kose de heye hatibûn girtin. Di 10’ê Sibatê de Dadgeha Hewlêrê biryar li ser kesên ji ber bûyera Hoqqabaz hatibûn girtin da. Dadgehê cezayê darvekirinê da 2 welatparêzên bi navê Mazlum Dag û Ebdurehman Er (Mehmed Dijwar).
HEWLÊR