Biryara dawî: PKK aliyê şer e

Haberleri —

Dadgeha temyîzê ya Brukselê li ser doza PKK´ê ku dixwest siyasetvanên Kurd li gorî qanûna dij terorê bê dadgeh kirin, biryar da. Dadgehê got, PKK di nava şerekî çekdarî de aliyek e li gorî hiqûqa navneteweyî.

Ev biryara dadgeha temyîzê ya Brukselê ji sînorên Belçîkayê û wê de jî xwedî mane ye, nexasim jî jî elaqedarî hiqûqa navneteweyî.

Ev doza hanê li dijî 37 kesên ku bi operasyoneke bi daxwaza Tirkiyeyê sala 2010´an hatin girtin, bi rê ve diçû. Ev kes bi berhevkirina pereyan, propaganda û peydekirina endaman ji bo PKK´ê dihatin gunehbarkirin. Dîsa Kurdekî ji Rojava jî dihat gunehbarkirin ku amûrên telekomunîkasyonê firotibin Başûrê Kurdistanê û ev amûr gihiştibin destê gerîlayên HPG´ê.

Dadgeha Temyîzê, doh piştî 9 salan biryara herî dawî da û got, divê dozê de qanûna dij-terorê li gorî hiqûqa Belçîkayê nikare bê şixulandin. Ji ber vê jî doz betal kir û tevahiya kesên mexdûr di hemû xalên sûbarkirinê de beraet kirin.

Perspektîfeke nû

Tevî ku dozgerî gelekî li ber radibû jî, parêzeriya siyasetvanên Kurd, awirên xwe û dadgehê timî birin ser wê yekê, ka gelo dibe ku miamele bi PKK´ê re bê kirin weke rêxistineke terorîst. Yanî, ka gelo PKK dikeve ber qanûnên dij-terorê yan na. Lewma li gorî qanûnên dij terorê, nabe ku ev qanûn li dijî aliyekî şerekî yê li gorî Hiqûqa Navneteweyî bê bikaranîn.

 

BRUKSEL

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.