Kurdên li herêmên Sîbîrya û Saratovê yên Rûsyayê, biryara DYE’yê ya li dijî sê rêveberên PKK’ê şermezar kir û got, ew ê têkoşîna azadiyê xurttir bikin.

Kurdên li bajarê Çelyabînska herêma Sîbîryayê biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan şermezar kirin.

Li Çelyabînskê Kurdan daxuyaniyek bi vê armancê da çapemeniyê û got, ev biryar dewama komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan e. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, gelê Kurd wê ji niha û pê ve jî bi têkoşîna xwe bi ser bikeve û li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bike.

Ji nûnerên Kurdên li Çelyabînskê Sêvdîn Davoyî û Lena Tîtal jî axivîn û diyar kirin ku ev biryar bê qîmet e.

Çalakiyeke din a ji bo şermezarkirina biryara DYE’yê, li navçeya Yerşov a herêma Saratovê pêk hat.

 

MOSKOV