
Parlamenterê Iraqê Ebdulrehman Loyîzî der barê mijarê de ji ajansa me re ragihand: “Dadgeha Iraqê li gorî yasayên tewanan ku asayîşa netewî elaqedar dike, biryar girt ku Esîl Nuceyfî binçav bike.”
Der barê sûcên Fermandarê Heşd Nîştimanî û Waliyê berê yê Mûsilê de Loyîzî got: “Sedema wê ewe ku Nuceyfî bi hêzên artêşa Tirk re di nava peywendiyê de ye. Di demekê ku parlamento û hikûmeta Iraqê, hêzên Tirkiyê wek hêzên dagirker nas kir.”
Parlamenterê Iraqî diyar kir ku ew piştgiriya biryara dadgehê dikin û daxwaz ji dadgehê kir ku erka xwe pêk bîne.
BEXDA