
Sazî û dezgehên ziman û perwerdeya Kurdî li paytexta Elmanya Berlînê ji bo xurtkirina hevkariya di navbera saziyan de hatin ba hev. Sazî û nûnerên Kurdan ku di nav de YEKMAL (Yekîtiya Malbatên Kurdistanê), Înstîtûta Kurdî li Elmanya, Înstîtûta Zaravayê Kirmanckî û Însîyatîfa Malbatên Kurd li Bielefeldê jî hebûn, biryara xebata hevkariyê û têkiliyeke domdar girtin.
Dawiya hefteyê li paytexta Elmanya Berlînê kombûneke girîng û hêja di nav saziyên Kurd yên bi ziman û perwerdeya kurdî re elaqedar de pêk hat.
Mêvan bi xemginiya şehadeta Tahîr Elçî tevlî kombûnê bûn lewre jî kombûnê di bin vî bayê xemgîniyê de dest pê kir. Kombûn bi rêzgirtina ji bo bîranîna Tahîr Elçî û tevahiya pakrewanên Kurdistanê dest pê kir.
4 sazî tevlî civînê bûn
4 saziyên Kurdî û perwerdekarên ziman beşdarî civînê bûn. Di civînê de bi navê hevkariya di nav saziyên perwerdeyê yên Kurd de ji saziyên Kurd yên li Elmanyayê li ser navê YEKMAL’ê Xecê Akar, Gunay Darici, Hevserokê Înstîtûta Kurdî ya li Elmanya Fevzî Ozmen, ji Însîyatîfa Malbatên Kurd li Bielefeldê Zerîfa Hussein, ji Partiya Komunîst a Kurdistanê Enwer Şen, Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd Abdulkadîr Ulumaskan û Mehmûd Aydin, ji Înstîtûta Zaravayê Kirmanckî Lerzan Jandil û Rindo Sur, mamoste Alan Dilpak her wiha perwerdekar Ciwan Tengezar, mamosteyê zimanê Kurdî Omer Elî, Yaşar Kirgiz û rojnamevan Xidir Ateş jî amade bûn.
Bang li mamoste û pedagogan kir
Di civînê de gelek mijar û pirsgirêkên perwerdeya Kurdî hatin nîqaşkirin. Mijarên berbiçav ên wekî hêlîna zarokan, di dibistanan de perwerdeya bi Kurdî û materyalên perwerdeyê bi Kurdî, hatin nirxandin û beşdaran fikrên xwe îfade kirin.
Civîn bi axaftina rêvebira YEKMAL’ê Gunay Darici dest pê kir. Darici di axaftina xwe de dîroka YEKMAL’ê bi kurtasî vegot û destnîşan kir ku YEKMAL di nava xwe de gellek kesên ku ji neteweyên din in, dihewîne û têkiliyê bi saziyên Ewrûpî re jî datîne. Darici wekî din ragihand ku dixwazin saziya YEKMAL’ê ji bo dê û bavên Kurd wekî rêxistîneke sîwan bidin karkirin û şaxên wê li her bajarê Kurd lê, vekin.
Rêvebira YEKMAL’ê û di heman demê de pedagog Darici diyar kir ku di civînê de kesên Kurmancî axêver û Kirmanckî axêver hene lê Soran nînin, divê ji her zaravayê nûnerek hebana. Darici bang li pedagog û mamsoteyên Kurdî kir da ku tevlî xebatên wan bibin û bi hev re karên xwe bi kalîte bimeşînin.
Divê malbat bên rêkxistinkirin
Nivîskar û Hevserokê Înstîtûya Kurdî Li Elmanya Fevzî Ozmen jî bi bîr xist ku Kurd li Ewrûpa bi qasî du milyonan in û lê ji mafê hînbûna zimanê xwe bêpar in. Fevzî Ozmen rewşa zimanê Kurdî li Ewrûpa wiha ragihand: “Ewrûpaya ku xwe hinde medenî dide nasîn, mafê zimanê Kurdî nas nake. Bi tenê li 4 eyaletan ev maf heye. Bi taybetî Kurdên li Elmanyayê divê di dibistanan de zimanê dayîkê fêr bibin û perwerdeyê bibin. Hin sazî pêwîst in, em wek înstîtût li ser ziman, çand û hunera Kurdî kar dikin. Divê em malbatan birêkxistin bikin, nexwe em bi ser nakevin. Destpêkê YEKMAL li 5 deveran hatin damezirandin, mixabin xeynî ji Berlînê tev de hatin girtin. Niha em dixwazin careke din vê xebatê geş bikin, li deverên din jî YEKMAL’an ava bikin, malbatan û zarokan perwerde bikin, hêlîn û dibistanan vekin.”
20 mamoste 2000 şagirt
Mamoste û Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd Abdulkadîr Ulumaskan derbarê perwerdeya Kurdî di dibistanên Elmanya da bi goterek pêşkeş kir. Ulumaskan di gotara xwe de ragihad ku li 4 eyalatan (Bremen, Nord-Rhein Westfallen, Nîedersachsen û Hamburg) de bi tevahî 20 mamoste dersên Kurdî didin û wiha pê de çû: “Bi qasî 2000 şagirt û xwendekarên kurd hene. Li eyaleta em lê ne (NRW), vê gavê 8 mamoste li 14 bajaran û li 34 dibistanan dersê didin. Dersên me ji pola yekê heta pola 10’an tên dayîn. Ev li gor bernameyên perwerdeya hin eyaletan diguhere, li hinan heta pola 4’an tê dayîn, ji ber ku li wan deran dibistana seretayî 4 sal in. Li Bremenê heta pola 6’an e. Wek di çarçoveya mafê zimanê dayîkê de ye. Li eyaleta me heta pola 10’an e. Dîsa wek mafên hilbijartina zimanê diduyê jî hatiye qebûlkirin, niha em li ser vê dixebitin ku vî mafî ji zimanê Kurdî re jî bi dest bixin. Ew dibêjin wek zimanê diduyê dikarin zimanê xwe yê dayîkê jî hilbijêrin. Niha Tirkî û Rusî di vê statûyê de qebûl kirine. Hevdîtinên me yên bi saziyên fermî re li ser vê mijarê ne.”
‘Bi NAVDEM’ê re em dikarin kampanyayeke çêkin‘
Her wiha Ulumaskan bi lêv kir ku heta niha wekî sazî 20 pirtûk çap kirine û dixwazin ji tecrubeya YEKMAL’ê feydeyê bigirin.
Herî dawî Ulumaskan destnîşan kir ku ew dikarin kampanyeyekê bi NAVDEM’ê re bidin destpêkirin ku ew jî li Elmanya rêxistina herî berfireh a Kurdan e.
Li ser navê Însîyatîfa Malbatên Kurd li Bielefeldê jî Zerîfa Husseîn di civînê de peyivî û anî ziman ku ew jî dixwazin bi YEKMAL’ê re bibin saziyeke malbatên Kurd a fermî.
‘Digotin hûn nêzîkê PKK’ê ne’
Mamoste Alan Dilpak jî behsa hin astengiyên ku bi hinceta polîtîk derdixistin pêşiya Kurdan kir. Dilpak wiha peyivî: “Gava me dixwest ji bo Kurdî tiştekî bikin, digotin, na, hûn nêzîkê PKK’ê ne, em nikarin alîkariyê bidin we. BND (Saziya îstixbaratê ya Elmanyayê) ê rapor dişand û rê li ber me digirtin. Li ser navê înstîtûtê me pirtûkên zarokan amade kirin, lê negirtin dibistanê. Berga ku navê înstîtûtê jî li ser bû rakirin, yeka nû danîn û wisa girtin dibistanan. Niha ev hêdî hêdî diguhere û em jî divê karê xwe hîn bêtir bi profesyonelî bikin.”
Kurdî ne tenê Kurmancî ye
Di civînê de mamoste û rêveberê Înstîtûya Zaravayê Kirmanckî Lerzan Jandil jî li ser avakirina hêlînan û standartîzekirina Kirmanckî peyivî.
Lerzan Jandil li ser rewşa heyî ya zaravayê Kirmanckî wiha axivî:” Em ji salên 90’î ve li ser zaravayê Kirmanckî dixebitin. Me gelek pirtûk û materyalên perwerdeyê amade kirin, lê mixabin ev bi hincetên polîtîk nehatine çapkirin. Me wê demê jî got, eger hûn bi nêrîna ku zaravayê Kirmanckî ne hewce ye, an jî Kurdî bi tenê Kurmancî ye lê dinêrin, vê eşkere ji me re bibêjin. Me ev materyal ji bo çapê şandin Stenbolê yên Kurmancî derketin lê Kirmanckî nehatine çapkirin. Di mêjiyê hevalên me de têgihiştina Soranan heye; gava dibêjin Kurdî, bi tenê Kurmancî tê bîra wan. Berê jî digotin zimanê yekgirtî, niha şikir dest ji wê berdane. Ji bo me ya herî girîng ev e ku gava Kurdî hat rojevê ne Kurmancî bi tenê bê bîra me û derfetên heyî jî bi tenê ji bo zaravayekê neyên bikaranîn.”
Her wiha Jandil bi bîr xist ku ev cara yekê ye ku xebata hevkar di nav YEKMAL’ê de, bi alîkariya mamoste Alan Dilpak û Înstîtûta Kirmanckî pêkhatiye û kêfxweşbûna xwe ya tevlîbûna civînê anî ziman.