Bêhurmetiya li bîranîna Ilaria Alpi
Ji bo jîndarkirina bîranîna rojnamevana Îtalî Alpî, organîzator xelata Ilaria Alpi didin. Lê belê bi vegerandina xelata ji Zeynep Kûray re hat dayîn, gelo ne xiyaneteke li bîranîna Alpi?
Rojnamevan Marco Cesario ku di pirtûka xwe ya bi navê "Sansur: Censura. Li Tirkiyeyê rojnamevanî" bi taybetî cih dide Zeynep Kûray, da xuyakirin ku biryara juriya Xelata Navnetewî ya Ilaria Alpi, di warê rojnamevaniyê de biryareke gelekî giran e. Jurî, Zeynep Kûray ji pirtûka Marco Cesario nas kiribû.
Juriya Xelata Ilarîa Alpî, cara yekemîn ji Marco Cesario re mailek şand û diyar kir ku wan Zeynep Kûray hêjayî xelatê dîtine. Cesario ji ANF'ê re peyivî û got, "Juriya Xelata Navnetewî ya Ilarîa Alpî, ji min re nameyek şandin û diyar kirin ku wan Zeynep Kûray ji bo xelata azadiya çapemeniyê ya 2013'an hilbijartin e."
Cesario da xuyakirin ku li ser vê yekê ew li Zeynep Kûray geriyaye, lê ji ber qedexeya derketina derveyî welat ew nikare bi xwe were xelatê yekser teslîm bigire. Ya piştî vê jî Zeynep Kûray anî ziman: "Dema hevalê min Marco ji min re got, ku min ji Îtalyayê xelateke gelekî girîng û bi prestîj stendiye, ez kêfxweş bûm. Dema ji min pirsî ka ji bo wergirtina xelatê ezê karibim biçim Îtalyayê yan na, min jî jê re got; ji ber biryara dadgeyê ya qedexeya derketina derveyî welat ez nikarim werim, lewma min xwest ew xelatê bistîne."
Biryara çewt a juriyê
Ev qedexeya derketina derve ya Zeynep Kûray, wateyeke din li vê xelatê bar dikir. Lê belê ev biryara berovacî ya jurî, rê li ber şaşiyeke mezin vekir. Cesario got, "Jurî, ji ber ku hînbû ku Zeynep nikare were şexsê bê xelatê bigire, xelat da rojnamevanekî din."
Cesario da xuyakirin ku ev xelat ji aliyê UniCredit ve tê fînansekirin ku li Tirkiyeyê xwedî gelek hevkariyane û got, "Ji bo pê re roportajê bikin, pêwistiya wan bi rûyekî heye. Ji ber ku Zeynep nekarî amade be, nêrîna xwe guhertin."
Piştî ku Cesario der heqê ve skandalê de gelek nûçe weşand, juriyê daxuyaniyeke nû da û îdîa kir ku Zeynep nehatiye hilbijartin lê di nava "namzetên gengaz" de cih digirt. Cesario got, "Ev ne rast e. Ji xwe min maila ku tê de dibêjin wan Zeynep hilbijartine, ji ajansa nûçeyan a Îtalî Ansa re şand û hat weşandin. Ji ber sedemên dîtnewî û aboriyê, nêrîna xwe guhertin. Lê ev yek ji bo xelateke rojnamevaniyê, biryareke giran e."
Biryara dayina xelata alternatîf
Cesario diyar kir ku juriyê qebûl nekiriye ku xelata sembolîk bide Kûray û anî ziman ku kolektîfa ji komeke rojnamevanan xwe amade dike xelata azadiya çapemeniyê bidin Zeynep Kûray. Cesario got, "Ev xelata alternatîf wê bi armanca şermezarkirina helwesta skandal a Xelata Alpi bê dayîn."
Zeynep Kûray, destguhertina xelatê ji Marco Cesario bihîst û got, "Min ev bûyer mezin nekir, ji ber ez nûçeyên xwe ji bo standina xelatan çê nakim. Ji bo rastî derkevin holê nûçeyan amade dikim. Lê eger ev xelat ji ber mexdûriyetê ji min re hatibe dayîn, hingî çima ji ber mexdûriyeteke duyemîn ji min tê stendin. Min ev fêm nekiriye."
MAXÎME AZADÎ/ANF/ BRUKSEL