
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê diyar kir ku erka wan a neteweî ew e ku parastina herêmên xweser ên Rojava bikin û bersiva êrîşên komên çete yên li dijî Kobanê bidin.
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rewşa li Sûriyê bi giştî û êrîşên komên çete yên li dijî herêma Kobanê ku bi piştgiriya hêzên herêmî, navneteweyî û hin mûxalefeta Sûriyê ya li dijî demokratîkbûnê derdikevin, pêk tên û wiha hate gotin. ''Li ser vî esasî me bi birayên xwe yên Meclîsên Rêveber ên herêmên Efrînê û Kobanê re nîqaş kirin û di encamê de me bi hev re biryar girt ku pêwîste di vê dema dîrokî ya hesas de em erka xwe ya mirovî pêk bînin. Li ser vî esasî me biryar da sê herêm divê li dijî êrîşên li ser Kobanê yekîtiya xwe xurtir bikin û li dijî êrîşên çeteyan hemû cûreyên alîkariyê bi hev re bikin.''Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku helwesta bi armanca parastina nimûneya demokratîk a pêşeroja Sûriyê û parastina hemû pêkhateyan, her wiha jiyana hevbeş pêk hatiye. Di daxuyaniyê êrîşên li dijî kobanê hate şermezar kirin û wiha hate domandin: ''Em soz didin gelê xwe ku em ê berxwedana xwe ya parastina rewa dewam bikin. Em ê rumeta xaka xwe û mirovahiyê biparêzin.''Di dawiya daxuyaniyê bang li civaka navneteweyî û hemû saziyên mirovî û hiqûqî hate kirin ku helwesta xwe li dijî êrîşan zelal bikin.
QAMIŞLO
'Banga YPG'ê ji bo me ferman e’
Desteya Rêveber a Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ya der barê astengekirina heyeta jinan a li ser rêya Rojavayê Kurdistanê û êrişên çeteyan ên li dijî Kantona Kobanê ragihand.
PÇDK'ê der barê astengkirina heyeta jinên Başûr bo rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayîşa PDKê ve li Deriyê Sêmalka ev ragihand:
"Em heta dawiyê piştgiriya vê çalakiya jinan û hemû çalakiyên bi mebesta piştgiriya bi berxwedana Rojava re dikin û vê helwesta neneteweyî û neniştimanî ya PDK'ê red û şermezar dikin. Di heman demê de em bang li dezgehên ragihandinê yên PDK'ê û derdorên wan dikin ku di siyaseta xwe ya ragihandinê de guhertinekê bikin û dest ji hewldanên xwe yên berevajîkirina mijarê berdin ku guya "sînorê Sêmalka ji aliyê Başûr ve vekiriye, lê ji aliyê Rojava ve hatiye girtin."
PÇDK'ê careke din jî piştgiriya xwe ya bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re ragihand û diyar kir ku ew wekî PÇDK amade ne bi hemû awayan pêdiviya banga YPG'ê ya seferberiyê bînin cih.
Daxuyanî weha bi dawî dibe:
"Berxwedana gelê me li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî jî berxwedana ciwanên Kantona Kobanê ku cihê şanazî û rêzgirtinê ye, em hemû desketiyên gelê xwe yên li hemû kantonan girîng dibînin û pêkanîna pêdiviyên her bangeke YPG'ê û parastina her bostek axa welatê me li Rojavayê Kurdistanê em wekî erka xwe dizanin. Em banga YPG'ê ji xwe re wekî ferman dibînin û bi hemû derfetên xwe em amade ne piştgiriya banga YPG'ê, madî û manewî bikin."
HEWLÊR