YJA Starê bi şîara ‘Em têkoşîna Sara û Rojînan bilind bikin, esareta Rêber Apo bişikînin’ 6. Konferansa xwe ya asayî li Qadên Parastina Medya di navbera 27’ê mijdar-4’ê Kanûnê de bi tevlibûna 134 delege û temaşevanan lidarxist. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Elîf Ronahî û fermandarên YJA Starê tevlî konferansê bûn..


Meşa jinê bi PKK´ê dest pêkir

Fermandara Biryargeha Navenda YJA Starê Delal Amed axaftina vekirinê kir û da zanîn ku tişta ku PKK’ê ji partiyên din cuda dike têkoşîna jinê ye û wiha got: “Îro 35’emîn salvegera PKK’ê ye. Meşa azadiyê ya jinê bi PKK’ê re dest pê kiriye. Ev 35 sale bi serkeftinên mezin didome. Mîmarê têkoşîna azadiyê jî Rêber Apo ye.
Amed diyar kir ku ew di şexsê Serokatiyê, Hakî Karer û Sakîne Cansiz li hemberî hemû şehîdan serî ditewîne û da zanîn ku YJA Star ne tenê ji jinên Kurd re ji hemû jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê re pêşengiyê dike.

Îro dema şoreşa jinê ye

Amed bi lêv kir ku meşa azadiyê bi komeke biçûk destpê kiriye û hêdî hêdî mezin bûye û wiha pê de çû: “Jinên ku di vê tevgerê de cih girtin bedela azadiyê dan û ev roj afirandin. Niha tişta tê jiyîn şoreşe, şoreşa jinê ye. Ev şoreş bê guman dê bi xwer e şoreşa gelê Kurd, şoreşa gelan biafirîne. Konferansa me di heman demê rastî salvegera 20’emîn artêşbûna me ya jinê hatiye. Di sala 93’an de serokatiya me artêşbûna jinê îlan kir. Artêşbûn j ibo me gerîlabûn, îrade û biryarbûnê îfade dike. Ev 20 sale asta artêşbûna me ya jinan roj bi roj mezin dibe û li her parçeyê Kurdistanê belav bûye.

20 salin artêşbûna jinê heye

Delal Amed balkişand ser rola YJA Starê ya di pêvajoya şerê gel ya şoreşgerî û wiha dirêjî da axaftina we: “Me di 2011’an de şerê gel yê şoreşger da destpêkirin. Di dema borî de qezencên mezin hatin bidestxistin.  Bi taybet di hamleya şer a gel de hêza YJA Starê derket lutkeyan. Cara yekemîn bi hêzeke mezin ya jinan tevli hamleyekê hat bûyîn. Bi tevlibûnek mezin pêşengî hat kirin. Cara yekemîn bi hêza xweser çalakiyên xweser pêk hatin. Amed anî ziman ku peywira sereke ya konferansa YJA Starê eve ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Statuya Kurdan pêk bîne û got divê têkoşîn li gorî vê ji nûve bê rêxistin kirin.
Amed diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ti ji gavên pêwîst neavêtiye, bi gotina "emê gavan biavêjin, pêşketinan biafirînin" rewşeke propagandayê ji xwe re derxistiye holê û pêvajo bi vî rengî meşandiye.

Li Rojava bi rengê jinê şoreş çêdibe

   Fermandara YJA STARê Delal Amed ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye rewşeke ku bi paşve gavan neavêje û axaftina xwe wiha dewam kir: "Parçeyekî Kurdistanê ber bi azadiyê ve dimeşe. Ewçend destketî, nirx û xwîna şehîdên me hene. Em êdî mehkûmê serketinê ne. Ji bilî serketinê ti rê li pêşiya me nîne." Di konferansê de hat diyarkirin ku bi şoreşa Rojava re gelan rêya xwe ya çareseriyê zelal kirine û hat destnîşankirin ku ya li Rojava afiriye sîstema Konfederalîzma Demokratîk a bi pêşdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Di konferansê de hat gotin, "Ev sîstem sîstemeke ku niha dikare ji hemû gelan re bibe mînak. Divê civak karibe xwe bi xwe rêve bibe, biparêze. Piştî ku xwe li vê derê birêxistin kir, dikare xwe bigihîne parçeyên din ên Kurdistanê." 6. Konferansa YJA Star, li dû nîqaşan plansaziya du salan destnîşan kir. Di konferansa ku ji nû ve avabûn hat rojevê de, yek ji biryarên bingehîn ên hatin stendin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina xweseriya demokratîk e. Biryar hat dayîn ku li her cihê jin lê ye rêxistinbûyîna sîstema xweser were avakirin.


LIZGE DÊRSIM/ANF/BEHDÎNAN