Bi boneya salvegera şehadeta têkoşera Kurd Bêrîtan, pêr Asayîşa Jin a Rojavayê Kurdistanê konferansa xwe ya yekemîn bi şîara “Şoreşa ku jinê rizgar neke, ne şoreşeke rasteqîn e” bi amadebûna 500 delegeyên ji Kantona Cizîrê û Kobanê, li dar ket. Delegeyên Kantona Efrînê jî ji ber rewşa li wir nikarîbûn beşdarî koferansê bibin.

Konferans li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlanê hat lidarxistin. Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Foza Yûsif, Hevseroka Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Şêrîn Adem û nûnerên ji Kogreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wekî mêvan beşdarî konferansê bûn.

Piştî axaftin û nirxandina kar û xebatên salên borî, konferans bi stendina biryaran bi dawî bû.

Hin biryarên konferansê

*Bilindkirina asta sîstema hêzên Asayîşa Jin

*Pêkanîna sîstema Asayîşa Jin li her derê û vekirina navendan

* Girîngiya vekirina akademiyên Asayîşê û pêşxistina wê li her sê kantonan

* Pêşxistina nivîsgehên ewlekarî

* Berdewamkirina têkiliyan di navbera hêzên Asayîşa Jin û saziyên civaka sivîl û hemû aliyên pratîk di civakê de.

* Zêdekirina hejmara endamên Asayîşa Jin li hemû navendan. 


ANHA / RIMÊLAN