Çalakiyên Greva birçîbûnê li seranserê Ewrûpayê dewam dikin. Kurdisatniyên çalakger dibêjin, heta ew encameke bi dest bixin, ew ê biryardar çalakiya xwe dewam bikin.
Grevên birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê dewam dikin û belav dibin. Peyama sereke ya çalakgeran ew e ku ew ê tecrîdê bişikînin û Ocalan azad bikin. Ji van çalakiyan çendek evên li jêr in:
Frankfurt:Li bajarê Elmanya Frankfurtê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, 6 roj li pey xwe hiştin. Çalakî her roj saet di navbera 10.00-16.00’an de li Rosmarktê ya nêzî Meydana Hautptwacheyê tê kirin. Ligel baran û hewa sar jî çalakî bi biryardarî didome. Piştî saet 16´an çalakger diçin NCDK a Frankfurtê û çalakiya xwe dewam dikin.
Berlîn:Li paytexta Elmanya Berlînê jî, greva birçîbûnê di roja 6’an de ye. Çalakger doh çûn serdana partiyên Die Linke, FDP û CDU û der barê armanca çalakiya xwe de dosya dan wan. Nûnerên partiyan jî dosyayên Kurdistaniyan qebûl kirin û got, ew ê bersivê bidin.
Stuttgart: Greva birçîbûnê ya li Stûttgartê jî dewam dike. Çalakî bi roj li Marstallstrabe Stuttgart tê kirin û bi şev jî li NCDK Stuttgartê didome. Greva birçîbûnê bi awayekî dorveger wê heta 21’ê Kanûnê bidome.
Koln: Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Kolnê ku 6’ê Kanûnê dest pê kiribû, didome. Çalakgeran li pêşiya HBF´ê ango Domê kon vedane û bi daxuyanî û belavokan raya giştî agahdar dikin. Kurdistaniyan diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe berxwedana wan wê bidome.
Darmastadt: Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê li Luisenplatz a Darmastadtê tê kirin. Kurdistaniyên li Mannheim û Saarbrucekenê çalakiya li vir dewam dikin.
Oslo: Ji bo destekkirina Guven, li paytexta Norwêcê Osloyê jî greva birçîbûnê dewam dike. Girseya gel li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Osloyê civiya û gelek belavok belav kirin. Çalakgeran diyar kir ku heta encamekê bigirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN