
EHMED KEMYAN / GIRÊ SPÎ
Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku biryarên Cenevre-8 ji bo wan ne derbasdar in.
Danûstandinên Cenevre-8 dest pê dikin û ji Bakurê Sûriyeyê ti kesek nehatiye vexwendin.
Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî anî ziman ku heger nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê tevlî civînê û hevdîtinên têkildarî çareserkirina aloziya li Sûriyeyê nebin, ne erênî ye û ji bo gelê Sûriyeyê girîngiya xwe nîne. Wî her wiha got, "biryarên Cenevre-8’ê ji bo me ne lê ne.“
Elî di dewama gotinên xwe de got, ״Gelê Bakurê Sûriyeyê bi ciwanên xwe, xaka xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û niha bi meclîsan xwe birêxistin dike. Beşdarnebûna nûnerên van herêman kêmasiyek e. Cenevre-8 jî mina civînên din wê têk biçe״.
Elî wekî din bang li hêzên opozisyonê kir ku werin Bakurê Sûriyeyê û dûrî berjewendiyên herêmî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dest bi danûstandinê bikin.