Yekemîn Konferansa Aborî ya Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Aramê Tîgran a Rimêlanê hat lidarxistin. Şîara konferansê weha bû: “Axa xwe, ava xwe û enerjiya xwe bikin komîn û jiyaneke azad û demokratîk ava bikin”. Konferans 16 û 17’ê cotmehê pêk hat û 250 delege û mêhvan tê de amade bûn.
Di herdu rojên li pey hev de, raporên komîteyên aborî yên çandinî, bazirganî û pîşesaziyê yên hersê kantonên Rojava, tevî rapora aborî ya jinan jî hatin xwendin.
Di raporan de xebatên aborî yên li hersê kantonên Rojava pêk hatî, pirsgirêk û astengiyê li pêşiya komîteyan hatin vegotin, her wiha pêşniyaz û daxwaz jî hatin ziman.
Axaftin bidawîkirina koferansê ji aliyê Endama Tevgera Civaka Demorkatîk Hêva Erebo ve hat kirin. Erebo bal kişand ser berpirsyartiya li hemberî rewşa aboriya herêmê di hemû waran de.
Piştî gotûbêjên berfireh gelek biryarên girîng ên derbarê geşkirina aboriyê de di konferansê de hatin girtin.
Biryarên rêxistinî
Girîngtirîn biryarên derbarê rewşa rêxistinî ya sazî û komîteyên aboriyê de hatin wergirtin ev in:
* Divê çerxa qanûnî û hiqûqî ya têkiliyên di navbera deste û komîteyên aboriyê de were danîn.
* Ji Meclîsên Zagonsaz re qanûna taybet bi aboriyê werin pêşkêşkirin.
* Kordînasyona hevbeş a aboriya civakî ku 21 endamên komîteyên aborî, Desteya Aborî, Desteya Çandiniyê, Desteya Zimhêrê, Desteya Şaredariyan, SCS û komîteya aboriya jin pêk tê, were avakirin.
* Kordînasyona Giştî ya hevbeş a aboriyê ya kantonên Rojava bê avakirin.
* Pîlansazî û bernameyên aboriya giştî werin danîn.
* Bernameya rêlibergirtina hejarî were danîn û derfetên kar ji bo kesên bêkar werin peydakirin.
Biryarên taybet bi aboriya jinê
* Meclîsên aborî yên kanton û herêman werin avakirin.
* Koperatîfên civakî werin bipêşxistin.
* Jiyana gundewarî, çandinî û xwedîkirina jinûve vegere.
* Rola jinê di hemû aliyên aboriyê de were xurtkirin.
* Jin di rêlibergirtina koçberiyê de bi rola xwe rabin.
* Naveneke lêkolîn û geşkirina aboriya jinê were vekirin.
* Divê rêjeya jinê di hemû sazî, komîte û xebatên aboriyê de ji sedî 50 be.
Çandinî û xwedîkirina sewalan
* Rêxistinbûyîneke xurt were avakirin û kordînasyoneke hevbeş di navbera hemû saziyên çandinî û xwedîkirina sewalan de were avakirin.
* Pîlansaziyên çandiniyê li ser asta Rojava û kantonan were danîn.
* Peymangeh, dibistan û navendên perwerdeyên çandiniyê werin vekirin û pisporên çandinî û xwedîkirina sewalan werin avakirin.
* Navendên saziyên lêkolîn û geşkirina aboriyê werin aktîfkirin.
* Saziya Tov li her kantonekê were damezrandin, navendên hejmartinê werin vekirin, kargehên pîşesaziya kîs, ta û hwd ji bo pêdiviyên çandiyê werin vekirin.
* Kargehên konserve, mast, rûn, guvaşgeh, sabûn û berhemên çandiniyê werin vekirin.
Pîşesazî û bazirganî
* Di aliyê pîşesaziyê de divê sîstema kargehan esas were girtin.
* Pîşeyên li ser berhemên çandinî û sewalan werin bipêşxistin.
* Pîşeyên petrolê werin bipêşxistin.
* Dibistan û peymangehên pîşesazî û teknîkî werin vekirin.
Aboriya koperatîf
* Sîstema koperatîfan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were esasgirtin.
* Qanûnên taybet bi van koperatîfan werin derxistin û sîstemek were danîn.
ANHA/RIMÊLAN