Li gor agahdariyê, di herema ku Peymana Şengenê derbas dibe ji 400 mîlyonî zedetir mirov dijî. Meziniya xwezahiya ku Peymana Şengenê derbaz dibe 4.312.099 km2 ye.
Peymana Şengenê ji bo entegrasyona hemwelatiyên YE hatiya honandin û li gor peşniyazên nû, divê ji bo hemwelatiyên welatên sêyem şertên îqameyê werin sivikkirin.
Wek tê zanîn di sala çûyîn de, ji ber tadeyê rejîman zêdehejmarêk mirov ji welatên li bakurê Afrîkaya Bakur koçberî welatên Ewropayê bûn. Koçberiya mirovan ji welatên li bakurê Afrîkayê, welatên YE’yê xistîbû nav tengasiyên hiqûqî. Li gor Parlamena Ewropayê, kesen koçber ne xwediyê mafê rêçûnê ne û nikarin di welatên ku tê de dijîn serbest hereket bikin.
Herwiha ji bo Parlamena Ewropayê, li gor mada 23 heta 26’a ya qanûnên peymanê, welatên YE’yê dikarin ji ber derbazbûna bê destûr ya hemwelatiyê welatên sêyem, tîxûban kontrol bikin, lê Parlamenê di heman demê de dide zanîn ku, di paşerojê de kontrola sînoran ne li gor berjewendiyên YE’yê bûn e.
Di daxûyaniya Parlamenê de tê destnîşankin ku:
Di herema Şengenê de;
Di navbera xebatkarên gumrikê, polês û daîrên hîqûqê de xabatêke hevbeş hatiye afirandin;
Ji bo qanûnên hevbeş ên penaberiyê de gavên berfireh hatine avetin;
Agahdariyên ewlekarî jo bo hemû welatan di merkezêkî de tomar û belav dibin.
Ji ber vê yekê jî Parlamana Ewropayê diyar dike ku:
* Kontrola sînoran bi qanûnan hatiye sînorkirin;
* Heger ji bo raya giştî ya welatêkî talûke derkeve holê, divê ji bo hemû welatên din agahdarî werin pêşkeşkirinê;
* Divê were zanin ku kontrolkirina sînoran di rewşên awarte de mîmkûn in;
* Welatên ku, li gel Peymana Şengenê sînoran didin kontrolkirinê, divê were zanîn ku lêtevlîbûna Peymana Şengenê dixin talûkeyê;
* Di dêmên dawî de çend welatên ku tevli Peymana Şengenê bûne, li sînorên xwe kontrol danîn bû û bi vê yekê jî, li gel polîtîkaya ewlekariya sîstema Şengenê ya Ewropayê, şertên xwe pêş xistîbûn;
* Mafê tu welatê nîn e ku, ji ber talûkeya koçberiyê, kontrola sînoran nûve dirûst bike;
* Her welatê ku konrtola sînoran ji nûve aktive dike; li dij Peymana Şengenê radiweste û ev jî dibe sedemê qelsiya sîstema Şengen ê;
* Mafê tû welatê nîn e ku Kodeksa Sînorê ya Şengenê bide aliyêkî;
* Di rewşen awarte de divê hemû welatên Herêma Şengenê alikariyê bidin ku, pirsgirêka aktuel ya welatêkî çareser bibe;
* Peymana Şengenê ji bo hemwelatiyên welatên Şengenê bingehê noşdariya entegrasyonê ji hemû aliyan;
* Divê dewlemendiya ku Peymana Şengenê ji bo hemwelatiyên YE’yê diyar dike were parastin;
* Divê were zanîn ku şertên Peymana Şengenê, ji aliyê ewlekariyê de, tedbîrên tund ji bo hemû welatên endam girtîne;
* Mekanizma Şengenê, ji bo Herêma Şengenê bingeha entegrasyona hemwelatiyên welatên Ewropayê pêş dixîne û divê ev nekeve nav talûkeyê;
* Heger welatêk li dijî Peymanên YE’yê derkeve, divê bi hemû derfetên hîqûqa Ewropayê, li hember wê welatê gav werin avêtin.
Parlamena Ewropayê di daxûyaniya xwe da dide xûyakirin ku, pirsgirêk, parastina Şertên Peymana Şengenê ye û divê hemû welat xwe li gor van şertan tevbigerin.