Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê bi hevkariya hin desteyan û ji bo rê li ber bikaranîna zarokan bê girtin, hin biryar derxistin.

Komîteya Kedkaran bi nûnerên Desteyên Jin, Tendirustî, Perwerde, Karûbarên Civakî û Buroya rêxistinên mirovî yên li Herêma Cizîrê re civiya. Civîn li Navenda Jinê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo çêbû û tê de mijarên li ser bikaranîna zarokan û sedemên wê ji feqîrtî û nezaniyê, hatin nîqaşkirin.

Komîteya Kedkaran 2 mehan li 9 herêm û bajarên Kantonê yên weke Dêrîk, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Dirbesiyê, Til Temir û Til Koçer, Amûdê û Hesekê lêkolîn kir. Lêkolîn li ser zarokên di karên cûda de bû. Di lêkolînê de bi 546 zarokên 7 ta 17 salî û asta wan a xwendinê cuda re hat peyivîn.

Di civînê de nîqaş li ser çareseriya pirsgirêkê haty kirin û biryarên li jêr hatin dayîn:

* Dest bi hemleya ragihandinê were kirin, teşwîqkirina xwendinê, divê ku xwendin pêk were û di bin berpirsyariyê de be.

* Rewşên feqîrtî û dayîna alîkariya madî û derfeta kar ji endamên malbatên hewce re bên dîtin.

* Navendên girêdayî desteya ciwanan bên xurtkirin.

*Bi semîneran perwerdekirina malbatan û xwediyên kar, her wiha belavok û biroşur darberê mîjarê de bi alîkariya desteyên têkildar re, bên amadekirin.

* Parên xwarinê û pêdiviyên xwendinê li malbatên feqîran bên belav kirin

* Qanûnên ku Rêveberiya Xweseriya Demokartîk a qedexekirina bikaranîna zarokan di karan de, bikeve meriyetê. 


 ANHA/QAMIŞLO