Ev demek e ku li asta navneteweyî nermbûnek beranberî Îranê tê dîtin. Herî dawî li Parlemana Ewrûpayê biryarek da û bi pirraniya dengan yanî bi 457 dengên erê û 174 dengên na, hat qebûlkirin ku ji îro pê ve welatên YE`yê têkiliyên xwe yên aborî, siyasî û ji bo çareserkirina krîzên Yemen, Sûriye, Iraqê û Efxanistanê li gel Îrane zêde bikin. Ev biryarnameya ji 51 xalan, ji 2 beşan pêk hatiye. Ya yekem li ser meseleya nukleer e ku encamnameya wê ji aliyê YE`yê ve erênî hatiye nirxandin û pesend kirin. Ya duyem li ser peywendiyên YE`yê bi Îranê re ye ki bi piranî mijarên aborî dihewîne. Ya sêyem li ser herêmê yanî li ser RojhilataNavîn û welatê di krîzê de ye. Ya çarem mafê mirovan û demokrasî li Îranê ye.

Gava ku bi nihêrîneke rast li wê biryarnameyê em meyze bikin û li diroka têkiliyên Îran û YE`yê binihêrin, em dibînin ku hinde welat berdewam girêdayî bi dîroka têkiliyên xwe li gel Îranê parastine û zêde jî kirine û hinde welat jî berdewam di nav pirsgrêkan de bûne. Berdewamkirin û têkiliyên YE`yê li gel welatan li ser esaseêrakirina astengî bi her awayî û peredan bi aborî zêdetir e. A niha, li nav wê biryarnamê de bi giranî li ser wan 4 xalan hatiye sekinîn. Li ser têkiliyên aborî li gel Îranê, peymanên pêwîst e pêk werin, % 50 wê li gel sipahe pasdaran neçar pêk werin ku di nav lîsteya terorê de ye. Pertol û gaz % 50 di destê Sipahê Pasdaran (parêzwanên şoreşê Îranê ser bi Welaytê Feqîh) de ye. Li aliyê din jî giraniya aborî û siyasî jî di destê wan de ye. Li aliyê din, li herêmê, nexasim li Sûrî, Iraq û Yemenê aliyê ku pê re bixwazin rûnin, dîsa sipahê pasdaran e! 

Beşê din ê biryarnameyê li ser mafê mirovan û demokrasiyê ye, di wê beşê de tene mijara îdam û bidarvekirina ji ber madeyên hişber heye, yanî îdamên zîndaniyên siyasî serbest e û pirsgrêk nîne; wateya wê ew e ku bawerî û zîndaniyên siyasî ji bo asta navneteweyî ne grîng e û Îran dikare wan pêk bînê. Bi awayekî din em dikarin bibêjin, lihevkirin heye ji ber ku rejîma Îranê ev demek e ku li ser wê nîqaş dike. Herçî zîndaniyên siyasî û baweriyên cuda ne, behsa wan nehatiye kirin. Tenê hatiye gotin, îmkan û derfetên siyasî hinekî wê hebe û bawerî wê bikarin hebûna xwe îfade bikin. 

A niha pirs ew e ka gelo YE dixwaze Sipahê Pasdaran li asta navneteweyî rewa bide nîşan? Yan, ji bo berjewendiyên aborî dixwaze li gel rêxistineke piştgira têrorê û terorîstan e ku bi xwe ew wisa bi nav kirine, peymanên aborî û siyasî wajo bike? Eger dixwaze krîzê jî bi hevpeymanî li gel hêzeke wek Sipahê Pasdaran çareser bike, hingê diyar dibe ku axaftin û biryarnameyên ku berê hebûn û YE`yê bi xwe wajo kirine, niha dixwaze bin pê bike.

A niha, dikarin bibejin, welatên YE`yê ku demekê welatên Skandînavyayê pêşengiya hevpeymaniya nû li gel rejîmê dikin, dixwazin ruxmê tawîzdayînê bi rejîma Îranê re, li gel hêzeke têrorîst bi navê Sipahê Pasdaran peymanên aborî û siyasî girê bidin û wan jî li asta nawneteweyî rewa nîşan bidin. Di encamê de eger bi vî rengî biçê, durûtiya herî mezin a di nava dîroka YE`yê de wê li ser navê xwe qeyd bikin.