Birastî jî însan nikare hema wisa hêsanî tarîfî van şêwazan bide, pênasa çirokbêjiya wan bi zelalî vêbêje. Ji ber ku şêwaza Îraniyan jî tiştekî wek wan e. Ji bo ku însan têbigihîje ka hêza van, nêrîn û tahbetmendiya huner a van kesan ji çi hêstî sûd digire, hewceye ku mirov bi têra xwe li ser behrem û babetên wan, kuliyeta çanda farisî raweste, lêbikolîne, an jî bi wan re rabe rûne, bikeve tekiliyekî...
Ji bo min jî ev yek xeyalek bû. Di zaroktiya min bigire heya îro, bi wesîleya xebatên sînema, yên ku em qal dikin, min li ser wan gelek rexneyên erenî jî neyînî jî xend, hinê wan jî rasterast dîtim. Rabûm, runiştim, axivîm, ketim nav nîqaşan û hwd… Qasî ku min wan kesan ji nêz ve naskir, hêstên minê ku wek li ezmanan digeriyan jî guherîn, hatin daketin li ser erdê, carina êşiyan, carina xwe pêçan, dawî ya dawî jî ez têgihîştim ku xêynî zanîn û komkirinê, bi xwezayî her kes şêwaza xwe nîşan dide, kêm an jî zêde, kûr an jî rûkalî, giran an jî sivik…
Lê carina tiştên wisa dibin ku, însan rastî hin tiştên wisa tê ku, xwe bi xwe ji dilê însan dengek bilind dibe û dibêje, “armanca jiyana te, heta niha ku te çend kar kir, çi xwend, çi fikiriyî, çi xebitiyî, mebesta hemû van yekan jî ev tişt bûye. Rasthatina min û ajokar a bisqilêtê, ango “Bisîletajo” jî wisa bû.
Bisîkletajo, lihengeke Mohsen Makmalbaf bixwe ye. Sedî sed nayê bîra min, gelo min cara yekem ew filîm kêngî temaşe kir lê, ewqasî zanim ku roja ewilî, ji bo Bisîklêtajo dest bi karê erşîvê kirî bûm. Ew roj virve, kêngî qala sînemaya îraniyan çêbe, di hişê min de ew Bisîkletajo tevdigere. Bisîkletajo, yekî îranî ye, li Afganîstanê dijî, însanekî feqîr û bêkes e. Jina Bisîkletajo nexweş e, nexweşiya bêhntengî dikşîne, ji ber wê Bisîkletajo, bêçarê jina xwe dibe nexweşxanê. Lê ji bo tediwiya nexweşxanê perê wê nîn e. Û dikeve çolê ku perê bijîjkê kom bike. Lê li Afganîstanê kar tune, bêkarî hatiye qirikê, her neçarî roj derbas dibin, pişt re Bisîkletajo, li cem sextekarek karek dibîne ji xwe re. Ew kar, şertanî ye. Kurikê Bisîkletajo, ji mêrik re dibêje “bavê min dikare sê roj li ser bisîklête bisekine û bisîklêt bajo. Û bi vî rengî şertaniyek dest pê dike. Bi xêra vê şertaniyê mafya ya Afganîstanê jî di nav de, medya, karsazan û heta hikumat, xirabiya pergala qapîtalîzmê tevda derdikeve holê. Pere diçe nexweşxanê, jinik sax dibe, ew şertanî jî bi hîle, dek û dolaban bi serdikeve.
Di filîmekî de çîrokbêjiyeke wisa ku, însan bi hemû hêstên xwe tevlê be, çi însaniyet çi xirabî bibîne, di rihê mirovan de qirêjiya kûr jî, dilpakî, xûypakî û fazîletê jî bibîne, hemû tevda…
Ez bi wesîleya Mihrîcana Behra Wanê ya Dernetewî, rastî Bisîkletajo hatim û jiyana min tev da, ji kokê dest bi guherîneke baş kir. Bi zimanê wî kesî, yanê derhêner, senarîst û lîstikvan Moharram Zeinalzadeh, “Yaxşî”ye ku di jiyanê de huner û hunermendî heye.
BISÎKLETAJO
Wek tê zanîn, li Rojhilat, li Îranê, her Fars an jî Kurd, gelek derhênerên binav û deng hene. Ji wan em bêjin Abbas Kiyarustemî, Mohsen Makmalbaf, malbata Makmalbaf; Samîra, Nîna, xêncî wan Majed Majedî, Behman Ghobadî û her wekî din, taybet jî li Rojava tên nasîn… Evana her yek jî, xwedî şêwe ya li gorî xwe ne, sekna wan, çîrokbêjî ya wan, dîtin, gotin û nêrîna wan cûda cûda ne. Gava ku li ser perde ya spî çiroka wan destpê nake, însan wek cilê rihiyeteke biçûkahî lixwe dike, dikeve di nav jiyana lîstikvanan û ji lîstik der diçe, têdikeve ji nava jiyaneke din, di rihê zarokekî de, di dilê kalek an jî pîrekî de radiweste, dixebite, hewl dide, hêz dide, dikeve nava cehdekî, wê demê wek însanek hêstên temaşevan di lîbasekî de, ango cil û bergekî de jan dide, carina wek tiliye zarokekî diêşe, carina di rî yê însanekî feqîr de dibe tomarek mû…