Kurdekî ev pirsgirêk dît û jê re çareseriyek jî dît. Celal Goger ê li navçeya Amedê Bismilê ekraneke şexsî bi pêş xist. Bi tenê kesên ku çîpeke taybet bi berçavkeke taybet ve bikin dikarin ekranê bibînin. Berçavk bi rêya vê çîpê peywendiyê datîne bi ekranê re û bi wî rengî dike ku xwediyê telefonê (markeya iPhone) ekranê bibîne û kesên derdora wî bi tenê ekraneke vala bibînin.

Celal Goger ji bo vedîtina xwe dibêje: “Min ya pêşî di şeş mehan de çêkir. Min 4 mehan li ber a diduyan da. Li ya sisiyan 2 mehên min çûn. Niha ez dikarim wan di deh rojan de çêkim” 


Xweziya Bismilyan

Xelkê Bismilê gelekî tesîr li wan bûye bi vedîtina Goger, hin ji wan jî li bendê ne ku ku ev vedîtin bazarê bihejîne. Ji wan Nevah Ayhan dibêje: “Ekrana telefona destan bi tevahî spî ye, ti kes tiştekî nabîne. Mirov nikare menu yê jî bibîne. Wî berçavk da min. Dema min berçavk danî ber çavên xwe menû hemû xuyabû. Heke ev li ser telefona min a destan hebûya, kesî wê nedîta ka ez li çi dinihêrim yan jî kîjan appê bi kar tînim dema ku li nava bajêr digerim.”


Hêviya hilberоna girseyо 

Bismiliyê bi navê Ahmet Ugur jî îşaret bi girîngiya vedîtinê ji bo bazarê dike û dibêje: “Ez hêvî dikim ku ew ê dest bi hilberîna girseyî bike da ku em karibin jê sûdê wergirin; lewma dibe ku wêneyên şexsî yên xelkê hebin, peyamên nivîskî yên taybet û nameyên elektronîk, yan jî dibe ku telefonî kesan bikin bi awayekî şexsî. Tiştên me hene ku em naxwazin kesên din bibînin, lê halê hazor bi awayekî serbest û ewle em nikarin li wan peyaman binihêrin.”

Herçî Goger e, dibêje, divê ew mafê xwedîtiya vedîtina xwe bi dest bixe, beriya ku wê bifiroşe. Plana wî ya bê ew e ku nanochipekê çêke ku li hemû berçavkan were û bi pê li kirina pişkokekê ekranê nexuya bike yan jî bide xuyakirin. 


 AMED