Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê ku wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk werin got, heger Erdogan-Bahçelî bi ser kevin, gelên Tirkiyeyê wî bikevin nava xetereke mezintir û destnîşan kir ku ji bo têkbirina faşîzma Erdogan-Bahçelî, divê hêzên demokratîk di van hilbijartinan de baş bixebitin.
Bayik diyar kir ku çawa AKP û MHP vê hilbijartinê ji bo xwe weke şensekî dibînin, hilbijartin ji bo hêzên demokrasiyê jî şensek e ji bo têkbirina faşîzmê.
Bayik bang li hemû aliyên sosyalîst, lîberal, Kurd, Elewî û her wiha pêkhatêyên din ên li Tirkiye û Ewrûpayê kir ku û got, pêwîst e, bi şev û roj bixebitin da ku HDP li bendê nealiqe.
Bê darbe Erdogan wê biçe
Bayik got, “Erdogan û Bahçelî biryara hilbijartinê dan. Ev biryar ne biryareke normal e. Her kes vê biryarê û hilbjartinê bi serdegirtinê şîrove dike, ev yek rast e. Ji ber ku ev biryar darbeyek e. Jixwe, rastiya Erdogan bi xwe darbe ye. Bêyî darbeyê, Erdogan nikare li ser desthilatiyê bimîne. Her tim darbeyan dike ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne. Bi xwe jî vê yekê îtiraf dikin; ´Heger hilbijartin di dema xwe pêk hatiba me yê winda bikira û zerar bidîta.´ Ev yek rast e. Ji ber ku rewşa Tirkiye aniha ji her alî ve ber bi xerabûn û rizînê ve diçe.
Ji aliyekî din mirov van hilbjartinan dikare wiha binirxîne; ji bo ku rastiya wan dernekeve holê, ji bo ku di nava civaka Tirk de reş nebin, li gorî wan xwestin bi vî rengî mixelefeta Tirkiyeyê bê amedekarî bigirin, da ku bi lewazbûnê tevlî van hilbijartinan bibin û ew jî bi vî şêwazî qezenc bikin. Ji ber ku pir lewaz û qels in û nêzîkî têkçûnê ne, xwestin ku şensekî ji xwe re çêkin, lewra ev biryar girtin.”
Demokrasiyê bi ser xînin
Bayik îşaret bi heyatîbûna hilbijartinan kir û wiha dewam kir: “Di van hilbijartinan de, yan faşîzm wê bi ser keve, yan jî demokrasî wê bi ser keve? Ev têkoşînek e, Gelo kî wê bi ser keve? Faşîzmê qedera xwe bi van hilbjartinan ve girêdaye. Ji ber vê yekê eniya demokratîk divê têkoşîna xwe xurt bike û bi ser keve. Divê faşîzm li Tirkiyeyê têk biçe. Heger AKP û MHP bi ser kevin, faşîzm wê li Tirkiyeyê bi temamî bi cih bibe. Ev yek ji bo gelên herêmê û Tirkiyeyê bi giştî xetereke mezin e. Çi Kurd, çi Elewî, lîberal, rewşenbîr, nîvîskar, jin û ciwan, hemû hêzên ji faşîzma Erdogan û Bahçelî ne rehet in, divê li hemberî vê yekê serî hildin û faşîzmê têk bibin. Tirkiyeyê ji rewşa ne rehet derxin û divê demokrasiyê bi ser xînin.”
Divê HDP bi ser keve
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, ev hilbijartin ji bo Erdogan û Bahçelî şensê dawî ye, lê her wiha ji bo hêzên demokrasiyê jî şensê dawî ye û wiha dewam kir: “Ji ber ku ev hilbijartin, yan wê rê li ber demokrasî û komareke demokratîk vekin, yan jî wê faşîzmê kûr bikin û bi cih bikin. Dibe ku di vê hilbijartinê de hindek kes nebin namzet û aciz bibin. Ji ber ku ev hilbijartin ji yê din cûdatir e, divê ku bi acizbûn û nerazîbûnê tevnegerin. Divê ew jî li gel namzetan tevbigerin. Divê nekevin pey berjewendiyên şexsî û yên teng. Her kes divê ji bo serketina hêza demokrasiyê bixebite. Divê HDP di bin bendê de nemîne, kar bike û bi ser keve.”
Bi şev û roj bixebitin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser wê yekê ku Erdogan dîn û Îslamiyetê bi xirabî bi kar tîne û îstîsmar dike û wiha axivî: “Dibe ku Kurd û çepgir bibêjin; ‘Ji bo çi em ê tevlî van hilbijartinan bibin? Bê fêyde ye û tiştê ku me kir li ber çavan e’. Ev nihêrînekî şaş e, divê wiha nêzîk nebin. Heger tevlî hilbijartinan nebin û ji bo HDP’ê nexebitin, faşîzma AKP û MHP´ê wê bi ser keve. Ev ê rê li ber xeterên mezin veke. Heger em naxwazin xeterên mezin, komkûjiyan, zext û zordariyê bibînin, divê hêzên demokrasiyê bixebitin û bi rengekî hevgirtî tevlî hibijartinan bibin. Pêwîst e ji bo HDP’ê bixebitin. Wê demê wê siyaseta şer, kuştin û zordarî têk biçe.
Bi taybetî bajarên ku Erdogan û Bahçelî xera kirine hene; bajarên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Gever. Ev hilbjartin ji bo wan şensek e, divê tola xwe hilînin. Dengê xwe diyar bikin û bersivekê bidin Erdogan û Bahçelî. Ya tê xwestin ev e. Gelê ku li Metropolan dijî, çi Kurd dibe, hêzên lîberal, sosyalîst dibin, yên ji Erdogan û Bahçelî ne rehet in, Misilman dibin ji ber ku Erdogan ti têkiliya xwe bi Îslamê re nîne, li ser navê Îslamiyetê her xirabiyê dike û bawer dikin ku Îslama rastî û heqîqî ew temsîl dikin, divê hemû bixebitin û xwe ji faşîzmê xelas bikin.”
Li Ewrûpa zend û bendan vemalin
Bayik bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewrûpayê jî kir û wiha peyivî: “Divê ji bo van hilbijartinan bixebitin da ku faşîzm xwe li Tirkiye bi cih neke û têk biçe. Di vê mijarê de roleke pirr mezin li ser milê nivîskar, demokrat û sosyalîstên Ewrûpa ye. Baweriya min ew e ku di van hilbijartinan de jin, ciwan, gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, hêzên lîberal, sosyalîst, Elewî wê li ber faşîzmê rabin û faşîzmê têk bibin. Bi taybetî jî Misilmanên heqîqî wê li hember faşîzmê bisekinin.
Li ser vê bingehê ez her kesî silav dikim û dibêjim, em biçin ser kar, ji bo her kesî ku ji faşîzmê ne rehet e divê em biçin ser kar û bixebitin.”
ENES YILDIZ / BERFÎN BAGDÛ
ANF / BEHDÎNAN