Hêvî di her rojgarê de çeka herî mezin e. Êş û azar ji bo xwedîaqilan gavên pêşî yê ber bi rohniyê ve ne. Jan birûsk e, li mejî dikeve û jê barana dilovaniyê dibarîne. Fena Feqî jî gotî “Kengî mejî bi dil re were cengê” gavên wêrek û pêşbîn têne avêtin. Kurdistanî her xwe bi rêxistin dikin û li ber xwe didin, dijminê wan jî har dibin, êriş dikin. Bêguman ev yek rewşê giran û zehmet dike. Êş û azaran zêde dike. Lê di heman demê de dijminê wan diqehirîne, tengav û bêgav dike. Dewleta Tirk a qirker û dagirker fena seyê di quncikê de asêmayî har bûye û qîlê xwe nîşan dide. Gelên cîhanê ji her demê zêdetir niha gelê Kurd nas dikin û dibînin, çawa dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Li her devera Kurd xwepêşandanan pêk tînin, bi qasî wan û belkî ji wan zêdetir xelkên din beşdarî çalakiyan dibin. Ji bo Kurdan cîhan hişyar dibe. Hemin di vê de rola hevsengiyên cîhanê û beriya her tiştî rista berxwedana Kurdistaniyan heye. Ji lewra mirov bi hêsanî dikare bibêje, berxwedanê ji bo Kurdan deriyê jiyanê, jiyana azad veke. Jixwe roj bi roj wan ber bi vê armancê dibe û berbiçav xuya dike.
Dewleta Tirk 29´ê Cotmehê salvegera 96´an a damezrandina Komara xwe pîroz kir. Ev komar ji roja hatiye avakirin û heta îro her hewl da Kurdan qir bike, koka wan biqelîne û tine bike. Ji bo vê, gelek rê û rêbaz, gelek dek û dolab gerandin. Carinan kuşt û carinan heland. Carinan çîmento rijand ser û defin kir. Lê Kurd û kurdîtî mîna kulîlkên berfînê her tim li qûntara çiyayan serî da û pişkivîn. Dewleta Tirk a qirker niha jî ji her demê zêdetir bi çavsorî hewl dide qira Kurdan bîne. Ji ber ku nikare, bi awayekî harbûyî û çavkorî ketûber êriş dike. Girêz bi devan ketiye, qîlên xwe nîşan dide. Lê vê carê her kes dibîne. Nikare kesî bixapîne. Gotinên wan ên weke “Kurd birayên me ne” tewş in, û nikarin ser rastiyê bigirin. Di êrişên li Rojavayê Kurdistanê de vê yekê beloq xwe nîşan da. Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ´ê de li ser navê mirovatiya pêşverû 11 hezar şehîd dan. Ji ber vê jî her kesî bi hêsanî tiredîniya Trumpî û qirkeriya dewleta Tirk dît. Belkî jî berxwedana Kurdan careke din pîvanên siyasetê li cîhanê û exlaqê wê, xistin ber lêpirsînê. Fena bibêjin, sînorê berjewendiyan û exlaqê insanbûnê heta çi deverê ne? Binêrin, şirîkê NATO´yê dewleta Tirk tevî çeteyên DAIŞ´ê li Rojavayê Kurdistanê serê mirovan jê dike, zarokan dikuje, dest diavêje jinan, êşkenceyê dike, demografiyê diguhere û xwezayê tarûmar dike. Van hemûyan li pêş çavên cîhanê dike. Ev hemû li hemberî mirovahiyê sûc in. Ji bo vê, beyannameyên gerdûnî hatine nivîsandin û dadgeh hatine avakirin. Belkî ev her tim nemeşiyane, lê wijdanê mirovatiyê yê hevpar ev yek mehkûm kiriye.
Îca, di vê qonaxê de berpirsiyariyeke mezin dikeve stûyê Kurdên li Ewrûpa û Emerîkayê. Divê meş, mîtîng û çalakiyên xwe bidomînin û mezintir bikin. Sazî û dezgehên Kurdistanî divê dîplomasiyê bikin, qasidên xwe bişînin cem saziyên dewletên peywendîdar û bipirsin, ka ji van sûcên şirîkê xwe re çi dibêjin. Ji sazî û dezghehên ragihandinê re qala vê qirkirinê bikin û ji wan re bibêjin, ne lazim e ku li benda vê qirkirinê bimînin, pêk bê û piştî sedsalekê weke ya qirkirina Ermeniyan li Meclîsa Nûneran a Emerîkayê qebûl bikin. Edaleta derengmayî ne edalet e. Bêguman dengên li Meclîsa Nûneran dengên girîng in, lê divê were pirsîn ka çima hê meydana hewayî li balafirên dewleta Tirk vekiriye. Divê ji cîhanê re were gotin, dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û du dewletên zirhêz ên weke Emerîka û Rûsya çavên xwe li vê digirin.
Binêrin Erdoganî di civîna partiya xwe ya doh de dîsa gef xwarin û got, wê li Ewrûpayê bombeyan biteqîne, wê 5 mîlyon Tirkan bixe nava tevgerê û wê Kobanî ya bi temamî Kurd e, vala bike û li şûna wan çeteyan lê bi cih bike. Divê Kurdistanî van rastiyan bixin çavên wan dewletên zirhêz û vê dewleta çete nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin û bibêjin, hûn îro wisa ji ber wê daqurtînin wê sibê bi temamî li serê we bibe belayeke mezin.