Delîlê 12 salî ku li kolaneke qerebalix a Wanê li ber lembeyên trafîkê disekine, dema lempeya sor pê dikeve camên wesayîtan paqij dike. Car heye hin ajokar heqaretê jî li Delîl dikin. Delîl dibêje tew hin kes naxwazin wan bibînin, lê hindik be jî hin kes çar-pênc qurîşan di cama wesayîtê de dirêjî wî dikin.
Bavê min di girtîgehê de ye
Zinarê 11 salî jî, li Kolana Cumhûriyetê avê difiroşe. Zinar, dibêje ji ber bavê wî di girtîgehê de ye ji mecbûrî dixebite. Zinar her roj sibehê zû derdikeve û heta saet 8’ê êvarî li kuçeyan avê difiroşe. Zinar got: “Ez jî dixwazim serê sibehê rakevim, biçim hawizan avjeniyê bikim, duçerxeyê bajom û biçim parkan. Lê ji ber bavê min di girtîgehê de ye ji mecbûrî dixebitim. Pir dibetilim. Carinan nikarim termûzê ku av têde ye hilgirim. Li malê em 8 kes in. Du kekên min jî dixebitin.“
Ez ava xwe venaxwim
Serdarê 13 salî ku avê difiroşe jî, dibêje ava ku ew difiroşin venaxwin dema tî dibin diçin mizgeftê avê vedixwin. Serdar dibêje: “Eger em vê avê bixwin, dê ji bêrîka me lîreyek kêm bibe, loma em ava kaniyê vedixwin.”
Min dixwest di hawiz de bûma
Mûratê 12 salî jî her sibeh radihêle mêzîna xwe. Mûrat nexwest dîmenên wî bên kişandin û ji bo vê jî got: “Keko eger tu dîmenê min nekişînî, ez ê biaxivim.” Mûrat got: “Serê sibehê heta êvarî tevî mêzîna xwe li kuçe û kolanên Wanê digerim. Hin mirov bi xerabî nêzî me dibin. Min jî dixwest niha di hawiz de bûma, lê ji bo li malbata xwe nebim bar û ji bo tevkariya wan bikim dixebitim.”
MA/WAN