
Fatma ya biçûk li ge hewaya sar li kolanên Wanê bi destekî enstrûmana muzîkê lê dide û destê xwe yê din ji ji bo biparêze dixe berîka xwe.
Zaroka bi navê Fatma Abdullah a 10 salî ya ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji bajarê Helebê bi malbata xwe re koçî Wanê kirine, di sermaya zivistanê de li kolanê muzîk lê dixe û hewl dide pere qezenc bike. Fatma ku li ser kolana Maraşê derdikeve pêşiya me diyar kir ku her roj heta saetên derengiya şevê muzîkê lê dixe.
Bi destekî lê dide
Fatma, anî ziman ku ew bi muzîka ku li dibistanê fêrbûye ji bo piştgirî bide malbata xwe ya ji 6 kesan, bi pereyê ku welatiyên li ser kolanê re diçin didin wê hinek pêdiviyên malbata xwe bi cih tîne. Fatma ku li ser kolanê bi muzîka xwe bala her kesê dikişîne, destê xwe yên ji ber sermayê direcifin bi dorê dixe berîka xwe û hewl dide destên xwe germ bike.
WAN