Aloyan di fînala çarîk de reqîbê xwe yê Kolombiyayî Ceiber Avila bi encama 3:0 bir û derbasî finala nîvê bû. Di fînala nîvê de jî êvara 19´ê Tebaxê reqîbê xwe yê çînî Hu Jianguan bi encama 3:0 bir û derbasî fînalê bû. Maça fînalê jî 21´ê Tebaxê êvarê hat lîstin û Mîşa Aloyan di maçê de pirr baş boks kir. Lê belê di encama biryara hakeman de (30-27, 29-28, 29-28) reqîbê wî yê Ozbek Shakhobidin Zoirov ew bir. Bi vî rengî Aloyan piştî olîmpiyadên 2012´an li Londonê (madalya bronz), madalyaya xwe ya olîmpiyadana zîvîn jî bi dest anî. 


 NAVENDA NÛÇEYAN