Balefirên şer ên dewleta Tirk, doh berê sibê jî bombe li çiyayê Asosê barandin. 

Balafirên şer ên Tirk doh berê dibê saet 02:30´an careke din bombe li çiyayê Asosê barandin, ku li bajarê Silêmanî ye û di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye.

Li gorî agahiyên ku gundiyên li herêma Asosê dayî, balafirên şer ên Tirk doh bi şev saet di 02:30 de careke din bombe li herêmê barandin. Balafirên şer ên Tirk 5 bombe avêtin çiyayê Asosê.

Artêşa Tirk a dagirker pêr danê nîvro jî bombe li çiyayê Asosê barandibûn.

Êrişên hevpar ên Tirkiye û Îranê

Êrişên bi balafirên şer ên li dijî çiyayê Asosê, ji meha Mijdarê û vir ve dewam dikin. Çavkaniyên herêmî dibêjin, beriya êrişa bi balafirên şer, balafirên keşfê yên Îranê li ser herêmê geriyane.

Dewletên Tirk û Îranê ku li dijî Kurdan bi hev re tevdigerin, dema dawî gelek caran li hev rûniştin. Êrîşên li dijî Asosê, weke êrîşa hevpar a her du dewletan tê dîtin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Zîlan Vejîn beriya bi çend rojan  gotibû, “Îran li dijî Kurdan ketiye nava tifaqeke qirêj.” 


ANF / SILÊMANÎ