Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me yê li van herêman ku ji roja destpêkê heta roja îro bi dayîna berdêlên mezin pêşengiya têkoşîna azadiyê kiriye, niha jî ji vê pêvajoyafînalê re pêşengiyê dike. Bi berxwedanên xwe yên bi heybet ên xwerêveberiyê re rola xwe ya dîrokî bi cih tîne."
Banga li dijberên faşîzmê
Kongra-Gel îşaret bi vîna gelê Botanê kir û got, ew dizane, heke Botan bi ser keve Kurdistan jî wê bi ser keve. Kongra Gel paşê bang li dijberên faşîzma Erdogan jî kir: "Mîna pêvajoya Kobanê ji bo rabûna ser piyan hûn hînê li benda çi ne? Ji bo pêşîgirtina li komkujiyên çeteyên Erdogan li Silopiya, Cizîr û Sûrê, ji bo dawî li rewşa nediyar a li hemberî Rêbertiyê bê anîn, pêwîst e her kes ji bo têkoşîna gel a şoreşgerî seferber bibe."
'Berxwedanê xurt bikin'
Kongra Gel îşaret bi hevgirtina bi berxwedana Kobanê re jî kir û weha dewam kir: "Îro divê dilê gelên me li Bakurê Kurdistanê bi berxwedana gelê me yên xwerêveberiyê re be. Ji ber ku serketina berxwedana xwerêveberiyê, serketina tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye, serketina hemû bindestan e. Serketina dijberên faşîzma Erdogan e. Ji ber vê yekê di serî de jin û ciwan, divê her kes rabe ser piyan. Ji bo hesab ji dewleta çete ya Erdogan were pirsîn bi awayekî çalak tevlî berxwedanê bibin!"
BEHDÎNAN