Li Başûrê Kurdistanê, boykotkirina malên Tirk hem helwêsteke neteweyî ye û hem jî ji bo zindîkirina bazara xwemalî jî derfeteke zêrîn e. Weke gelek xwarin û makulatan, piştî boykotê daxwaza ji bo mirîşkên xwemalî jî zêde bû. Firotina mirîşkan li yekê ji kargehên mirîşkan ên li Akrê sê qatan li gorî berê zêde bûye.
Ji bo serketina boykotê karsazên Kurd jî bi erka xwe dixwazin rabin. Ev kargeha mirîşkan a li Akrê ji sedî 20’ê buhayê berhemên xwe kêm kiriye. Xwediyê kargeha mirîşka Ezîz Zahir got, destpêkê kîloyek mirîşk bi 3 hezar 750 dînarî wan difirot, lê niha ew kîloyek mirîşk bi 3 hezar û 100 dînarî difiroşin marketan û bi 3 hezaran jî difiroşin kofiroşan.
Bi boykota malên Tirkî re rojane ji 500 kîlo (nîv ton) goştê mirîşkan niha wî 3 qat zêdekiriye û ton û nîvek mirîşk rojaba dixe bazarê.
ROJNEWS/AKRÊ