KCDK-E: Ka careke din lê bifikirin, hûn dikarin rêwîtiya xwe ya ber bi Tirkiyeyê ve betal bikin, ji bo ti tiştî ne dereng e. Rêwîtiyên xwe yên ber bi Tirkiyeyê ve betal bikin, nebin şirîkê şerî.

KCDK-E´yê da zanîn ku dewleta Tirk bi dahata ji turîzmê jî komkujiyan fînanse dike û banga boykotkirina turîzma Tirkiyeyê kir: ”Bi milyonan euroyên ji turîzmê tên bidestxistin ji bo rijandina xwîna Kurdan tên bikaranîn. Ji ber vê yekê, erkeke neteweyî ye ku turîzma yek ji lingên girîng ên aboriya Tirkiyeyê bi kampanyayekê em boykot û bloke bikin.”

Slogana kampnayaya KCD-E´yê ya ji bo boykotê jî “Betlaneya xwe li Tirkiyeyê nekin, nebin şirîkê şerî.” KCDK-E´yê wekî din got, “Ka careke din lê bifikirin, hûn dikarin rêwîtiya xwe ya ber bi Tirkiyeyê ve betal bikin, ji bo ti tiştî ne dereng e.”

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E), bi daxuyniyeke nivîskî banga boykotkirina turîzma Tirkiyeyê kir. KCDK-E´yê bi bîr xist ku Tirkiye ev qederê 40 salan ku bi tevahiya derfetên xwe yên aborî li dijî Kurdan şer dike û wiha dewam kir: “Turîzm ji wan dahatan e ku herî zêde ji bo şerî hatiye terxankirin.”

Şer bûye rant

KCDK-E´yê got, bi şerê tifaqa AKP-MHP´ê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tên feqîrkirin, û dewlet jî dibe ya xanedaniyê û mafyayê. KCDK-E´yê li ser mijarê wiha nivîsî: “Malbata Tayyip Erdogan tevahiya dewlemendiyên Tirkiyeyê dixwin, didin derdor, kesûkarên xwe; ew ji şerê rantê bi dest dixin. Rejîma AKP-MHP´ê beşekî mezin ê aboriyê ji bo şerî seferber dike, pê dagirkirina Efrînê, çeteyên DAIŞ´ê, dagirkirina Başûr fînanse dike, pê S-400, dronan û sîstemên teknolojiya şerî dikire û şer mezin dike.”

KCDK-E dibêje, divê mirov li bersiva pirsa ka di vê krîza aborî ya giran de çawa şer tê fînansekirin, bigere û piştre jî îşaret bi dewra dahata ji turzîmê kir: “Bi milyonan euroyên ji turîzmê tên bidestxistin ji bo rijandina xwîna Kurdan tên bikaranîn. Pirr eşkere ye ku dewleta Tirk ji bo şerê qirrkirinê yê li dijî Kurdan dewam bike herî zêde pişta xwe dide hêza xwe ya aborî. Ji ber vê yekê, erkeke neteweyî ye ku turîzma yek ji lingên girîng ên aboriya Tirkiyeyê bi kampanyayekê em boykot û bloke bikin.”

Li seranserê dinyayê boykot li dijî Tirkiyeyê

KCDK-E´yê got, tevî bi miyonan Kurd, Tirk, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, muxalif û Ewrûpayiyî, li her welatî bi awayekî karîger ew turîzma Tirkiyeyê boykot dikin, û îşaret bi van xisûsên li jêr kir:

l Em kampanyayekê didin destpêkirin ku wê li welatên şirketên dewleta Tirk lê kar dike, van şirketan bixe zehmetiyan.

l Divê bi xebateke karîger turîzma ber bi Tirkiyeyê  ve nemumkin bibe. Divê Ewrûpayî bên hestiyarkirin û ji çûna Tirkiyeyê bên vegerandin.

l Di serî de Kurdistanî û Tirkiyeyê, divê em bikin ku meyla turîzma ber bi Tirkiyeyê ve ya Ewrûpiyan nemîne. Em dizanin ku her qirûşa Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewrûpayî di encama turîzmê de didin Tirkiyeyê, li dijî gelê Kurd weke sîleh û cebilxane tê bikaranîn. Ji ber vê yekê wê bibe helwêsta herî rast ku mirov ji bo betlaneyê Tirkiyeyê tercîh neke.

l Em bi bîr dixin ku bi dahata ji turîzmê şer tê dewamkirin û bang dikin da ku xelk dev ji çûna Tirkiyeyê berde.

Na ne dereng e!

KCDK-E´yê herî dawî got, “Ka careke din lê bifikirin, hûn dikarin rêwîtiya xwe ya ber bi Tirkiyeyê ve betal bikin, ji bo ti tiştî ne dereng e. Ji bo ku ew niyeta desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê di ber wan de bimîne, nikaribin bi dahata ji turîzmê bîhna xwe bînin ber xwe, rêwîtiyên xwe yên ber bi Tirkiyeyê ve betal bikin, nebin şirîkê şerî.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Neçin Tirkiyeyê

 

Di serî de Elmanya, carcaran welatên Ewrûpî û heta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî, welatiyên xwe hişyar dikin da ku neçin Tirkiyeyê. Ew nexasim jî vê dawiyê ji ber rehîngirtinê, welatiyên xwe yên ku di heman demê de welatiyên Tirkiyeyê ne, hişyar dikin.

Elmanyayê îsal û par jî hişyar kiribû û gotibû, dibe ku li Tirkiyeyê bikevin ber lêpirsînan, bên girtin, bên dadgehkirin, yan jî li ser sînor bên vegerandin. Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê îsal daxuyaniyên wezîrên Tirk ên ku gef li xelkê li Ewrûpa jî dixwarin û digot, ew ê bên girtin, jî bi bîr xistibû.

Herçî Holanda ye, wê jî îsal welatiyên xwe ji bo neçin Tirkiyeyê hişyar kirin. Wezareta Karê Derve di hişyarkirina xwe de gotibû, heger we rejîma Erdogan rexne kiribe, yan jî hûn rexne bikin, dibe ku hûn bên girtin yan jî bên dersînorkirin.

DYE´yê jî îsal welatiyên xwe hişyar kirin û got, li Tirkiyeyê bi dehhezaran mirov hatine girtin. DYE´yê bi bîr xist ku ji ber sedemên gelekî besît welatî dikarin bên girtin û ew bi xwe nikare xizmeteke baş a konsolosiyê jî bide, ji ber ku dewleta Tirk vê asteng dike.