Pêr li bajarê Helebce Serokê Şaxa Yekîtiya Mamosteyan ê Helebce Ebdullah Hisên li gel rêveber û mamostayên bajêr civiya. Têkildarî naveroka civînê Ebdullah Hisên got; “Ji ber kûrbûna krîzên Başûrê Kurdistanê ev 6 meh in mamostayan mûçeyên xwe wernegirtine, weke mamostayên Helebce me biryar da ku di van mercan de em nikarin dewamê bikin.”

Ebdullah Hisên dewama axaftina xwe de wiha jî ragihand ku li daxwaza endamên Lîsteya Hevbeş (Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî) ew li ser dewamkirina boykotê mane. weke yek ji sedeman jî bawerî pêneanîna sozên hikûmetê hat destnîşankirin.

Di dawiyê de Ebdullah Hisên wiha axivî: “Em jî weke Yekîtiya Mamostayan Şaxa Helebce diyar dikin ku em piştgiriya daxwazên mamostayan dikin. Pêwîst e hikûmet di demeke nêz de çareseriyekê bike. Ji ber ku xwendekar jî di vê rewşê de bê xwendin dimînin û yekane berpirsê vê jî hikûmet e.” 


 HELEBCE