Cotyarên li parêzgeha Helebce behsa giringiya boykotkirina malên Tirkî kirin û gotin; “Bi boykotkirina malên Tirkî re, firotina berhemên me zêde bûne. Em bang li hikumetê dikin da ku alîkariya cotyaran bikin û êdî berhemên derve neyê kirîn.”

Li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Rojavayê Kurdistanê kampanyaya boykotkirina malên Tirkî dewam dike û her ku diçe berfireh dibe. Piştî boykotkirina malên Tirkî daxwaza berhemên navxweyî zêde bûye. Cotyarên parêzgeha Helebce li ser giringiya berhemên navxweyî û boykotkirina malên Tirkî axivî.

Cotyarê bi navê Star Xefar got, boykotkirina malê Tirkî gelek başe û bazara berhemên navxweyî baş dike.

Jina cotyar ya bi navê Nexşîn Elî jî li ser heman mijarê axivî û diyarkir ku ger girîngî ji bo berhemê Herêma Kurdistanê bê dayîn, bi qasî para Herêma Kurdistanê ew xwedî berhem in.

Li gorî Nexşîn berhemên ji derve tên hemû hawirde kirin, madeyên kîmyawî di nava wan de heye, lê berhemên navxweyî hemû xwezayîne û ti pirsgirêk wan nîne.

Nexşîn da zanîn ku boykotkirina malên Trikî bandorek baş li ser berhemên navxweyî çêkiriye û bazara berhemên navxweyî gelek zindî kiriye.

 

NAVENDA NÛÇEYAN