Meclîsa eyaleta Elmanyayê Brandenbûrgê ji bo “qanûna wekheviyê” ku demeke dirêj e li Rojavayê Kurdistanê lê ye, biryareke dîrokî da. Li gorî qanûnê, partiyên ji bo meclîsa eyaletê têbikoşin, divê bi qasî hev namzetên jin û mêr nîşan bidin.

Bi sed salan piştî wergirtina mafê dengdayînê yê jinan, niha li rojhilatê Elmanyayê, li eyaleta Brandenburgê ev biryara dîrokî hate dayîn.

Jinên ji Partiya Keskan a ku li meclîsa eyaletê koma xwe hene, ji bo temsîliyeta wekhev a jin û mêran li meclîsa eyaletê misoger bikin, par pêşnûma qanûnek pêşkêş kiribûn. Pêşnûma qanûn bi pirraniya dengan hate qebûlkirin. Tevî Partiya Keskan, wekîlên Partiya Çep û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî piştgirî dan qanûnê.

Wekîlên Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û partiya rastgiriya tundraw Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) di dengdanê de li dijî pêşnûma qanûnê dengê ‘na’ da. Qanûna nû wê piştî 30’ê Hezîrana 2020’an lê be. Li gorî qanûnê, her partî neçar e ku di dema hilbijartinê de bi qasî hev namzetên jin û mêr nîşan bide.

Partiya Çep jixwe pêk tîne

Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping diyar kir, ‘qanûneke wekheviyê’ ya bi vî rengî yekemcar e li Elmanyayê tê qebûlkirin û diyar kir ku ev yek gaveke girîng e. Kipping got, li qada federal jî pêwîstî bi qanûneke wiha heye. Kipping bi bîr xist, di lîsteyên namzetên Partiya Çep de yek ji du navan jin e û wiha bang li partiyên din kir, “bêyî ku li benda qanûnê bisekinin, mîna me dikarin bikin.”

Wezîra Edaletê ya SPD’î Katerîna Barley jî got, ji bo hejmara jinan a li Meclîsa Federal zêdetir bibe, divê di qanûna hilbijartinê de guhertin were kirin û got, “Pêwîst e ku armanca me ew be ku her du cins bi rengekî wekhev li meclîsê werin temsîlkirin.”

Parlamentera Partiya Keskan Ulle Schauws jî got, ji bo jin û mêr bi rengekî wekhev tevlî siyasetê bibin, ji bo xwedî şensê wekhev bin gava destpêkê hate avêtin.

Li Eyaleta Brandenbûrgê ji 88 wekîlan 35 jin e.

Qanûneke mîna vê, bi salan e li Rojavayê Kurdistanê bi cih tê anîn. Piştî ku sala 2012’an li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hat, li meclîsên bajar, navçe, bajarok û gundan hemûyan hejmara jin û mêran weke hev e. Her wiha ji 600 endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 300 jin in. Li Meclîsa Qanûnsaz jî ku qanûnên li Rojavayê Kurdistanê lê tên amadekirin, hejmara jin û mêran weke hev e.