
Yek ji xebatên bingehîn ên di nava salekê de li Rojavayê Kurdistanê hat meşandin, xebatên li qada çapemenî, çand û hunerê de bûn. Herçend li vê derê di nava 30 salên dawî de xebatên çapemeniyê hatine meşandin jî, yekemcar ewçend bi rêk û pêk tên kirin. Di vê çarçoveyê de ajansa nûçeyan, televîzyon, rojname, kovar û radyo hatin avakirin û xebat tên meşandin. Li ser vê bingehê herî dawî li Qamişlo, Kobanê, Dêrik û Efrînê radyo hatin vekirin.
Dengê Kobanê
Li hember êrîşên komên çekdar li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê hemû rêxistinên civakî, siyasî û yên ragihandinê jî ketin nava serferberiyê. Li bajarê Kobanê radiyoya bi navê ‘Dengê Kobanê’ di pêvajoya berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de xwediyê roleke girîng bû û agahiyên eniyên şer bi guhdarvanên xwe parvekir.
Li hember êrîşan wek hemû sazî û rixistinên gelê Kurd yên li bajarê Kobanê Radyoya bi navê "Dengê Kobanê" jî ket nava liv û tevgerek awarte. Radyoyê bi hemû derfetê xwe xwe digihand eniyê şer û agahiyên herî nû bi guhdervanên xwe parvedikir. Ji rêvebiriya Radyoyê Xezna Şêx Nebî diyar kir ku di pêvajoya berxwedana li dijî komên çete de "Dengê Kobanê" jibo agehdarkirina gel û weşandina nûçeyan roleke girîng pêkaniye .
Nûçeyên ji eniya şer
Nebî da zanîn ku wan wekî radyo bi banga seferberiyêde ketine rewşek awarte û wiha got; “Em her roj bo bernameyên cuda û cihêreng ku pêşkeşî guhdarvanên xwe dikin, li aliyekî xizmetê ji bo çand û hunera Kurdî dikin li aliyê din jî bi nûçeyên xwe ve guhdarên xwe ji geşedanan agahdar dikin. Lê di pêvajoya berxwedana YPG'ê ya li dijî komên çeteyan de, me giranî da nûçe û agahiyên eniyên şer. Her wiha me hewil da ku em bibin dengê berxwedanê. Nûçegihanên li eniyên şer her roj agahiyên nû didin me, me jî bi denge eniyê şer digihand guhdarvanan.”
Ji xebatkarên Radyoyê Perwîn Xelîl jî diyar kir ku wan li aliyekî agahiyên ji eniyên şer diweşandin, li aliyê din jî piştgiriya gel, tevlîbûna ciwanan nava refên YPG'ê û hemû çalakiyên sivîl yên li herêmê dişopandin. Xelîl dazanîn wan di pêvajoya seferberiyê de programên nû amade kirin û Saetên xebatê zêde kirin.
ANHA/KOBANÊ