Ozen li hember zarokatiyeke windakirî û di temenekî ciwan de ku ket bin berpirsiyartiyeke mezin serî netewand û ji bo perwerdeya xwe bidomîne dibistana navîn û amadeyî ji derve qedand, paşê Beşa Resîm a Zanîngeha Akdenîz qezenc kir. Ozen piştî zanîngehê li Navenda Perwerdeyê ya Gel bi salan mamostetî kir û di 12 beşan de sertîfîka wergirt. Ozen paşê tiştên jiyane nivîsand û kirin pirtûk.

Ozen, navê "Delal" û "Dîrok" li pirtûkên xwe yên ku bi Tirkî nivîsandine kiriye û têkildarî xwe jiyana jinan tîne ziman. Ozen got, "Min di pirtûka xwe ya yekemîn a 'Delal' de jiyana jinekê kir mijar. Min zarokatî û ciwantiya wê kir mijar. Di temenekî biçûk de ku hatiye zewicandin min jiyana wê anî ziman."
Ozen da zanîn di pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê "Dirok" de jî mijar hinekî din berfireh kiriye û ji her pirtûkekê ku 2 hezar hatine çapkirin bi temamî hatine belavkirin. Ozen anî ziman ku dema pirtûk nivîsandine hesasiyetên herêmê jî li ber çavan girtine û nexwestiye kesî biêşîne.
Ozen anî ziman ku piştî bavê wê jiyana xwe ji dest daye dest bi nivîsandina rojaneyan kiriye û di rastiyê de tiştên tu carî ji bavê xwe re negotine nivîsandiye ango nameyên tu carî neşandiye di pirtûkan de bicih kiriye. Ozen got, "Dema bavê min sax bû, timî min dixwest ez jêre bejim bê çima ez neşandim dibistanê. Ji ber ne xwedî kesayeteke wisa bû. Lê li hember çi têk çû û ez nedam xwendin. Min timî dixwest ez wê pirse lê bikim."
Ozen diyar kir ku ji ber pirtûkên nivîsandine pîrozbahî wergirtiye û ji vê kêfxweş bûye. Ozen bal kişand ser pirzimaniya li herêmê û da zanîn niha jî pirtûka gotinên bi wate yên bi çar zimanan dinivisîne.
Ozen a di pirtûkên xwe de bal dikişine ser jiyana jinan diyar kir, jin timî bi hêz in û wiha domand, "Jin her tişt in. Dayik û xwîşk in. Lê mixabin girêdayî zilam in. Ji bo bi zilam ve negirêdayî bin pêwîst e têkoşînê pêş bixin. Hêza xwe zanibin." 

MÊRDÎN