Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî hêzên YPG’ê yê Awustralyayî (Bagok Serhed) ê bi navê Asê Johnston ku di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da.eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Johnston di nava YPG’ê de wêneyekî xweşik ê gelê Awustralyayî nîşan dida.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî ji bo parastina nirxên mirovahiyê li dijî çeteyan dane meşandin, têkoşer Johnston berê xwe da cihê xwe di berxwedanê de girt. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Johnston ji Serêkaniyê heta Şangalê li gelek deveran berxwedan da meşandin û herî dawî li herêma Til Hemîsê bi lehengî li dijî çeteyan li ber xwe da û gihîşt asta şehadetê. Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê Hêzên YPG’ê sersaxiya Malbata Johnston û tevahî gelê Awustralyayî hate xwestin.
Bagok Serhed
(Asê Johnston)
Cihê ji dayîkbûnê:
Australiya
Şehadet:
23’ê Sibat 2015
Til Hemîs