
Nûçegihan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz), ku roja 3’ê Adara 2017’an di êrîşa çeteyên PDK’ê de li Xanesorê bi guleya li serî ketî bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewldanan nekarî bê rizgarkirin.
Nûçegihan Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz), ku di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesorê êrîşa çeteyên PDK-AKP’ê dişopand, bû hedefa sekvanekî van çeteyan û bi guleya li serî ketî, bi giranî birîndar bû. Erhan yekser rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û tedawiya wê dest pê kir. Lê belê piştî 19 rojan, pêr bi şev saet di 00:00 de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nûjiyan Erhan weke endameke Ragihandina Azad, ji sala 2005’an û vir ve li gelek deveran hewl da rastiya têkoşîn û berxwedana gelê Kurdistanê ragihîne. Herî dawî li herêma Şengalê êş û elemên civaka Êzîdî ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Tûba Akyilmaz ku bi navê Nûjiyan Erhan tê naskirin, ji navçeya Hîlwan a Rihayê bû.
Sazî û rêxistinên Kurd têkildarî şehadeta Nûjiyan Erhan peyamên sersaxiyê weşandin û banga gihandina encamê ya têkoşînê kirin.
ANF/HESEKÊ